Li Berlînê ji bo sê şoreşgerên ji çalakiya edaletê

Ji bo şoreşgerên jin ê li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên edaletê dewam dikin.

Li paytexta Elmanya Berlînê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Destdan, çalakiya edaletê hat lidarxistin û hat xwestin ku komkujiya Parîsê bê ronîkirin.

Di çalakiya li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê ya li meydana Brandenbûrger Tor de, wêneyên her sê şoreşgerên jin, alên KJA û Rojava hatin hildan.

Di axaftinên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî yên li vir de hat xwestin ku komkujî were ronîkirin. Her wiha ji ber salvegera komkujiya Şengalê, çeteyên DAIŞ'ê hatin protestokirin.