Li Berlînê ji bo sê jinên şoreşger çalakiya edaletê

Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo ronkirina komkujiya Parîsê, çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Di çalakiya li paytexta Elmanya Berlînê de hat xwestin ku berpirsyarên qetilkirina şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bên dîtin.

Çalakiya nobedê ya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Berlînê DESTDAN ve hat organîzekirin, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Meydana Brandenbûrger Tor pêk hat. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" û wêneyên her sê şoreşgeran hatin hildan. Çalakgeran li ser mijarê belavokên bi zimanên Elmanî, Îngilîzî û Fransî belav kirin.