Li Berlînê bi hezaran jinê 8’ê Adarê pîroz kirin

Li paytexta Elmanya Berlînê bi hezaran jinan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.

Meclîsa Jinan a DEST-DAN li gel jinên Kurdistanî û gelek komên femînîst ên enternasyonalîst 8’ê Adarê pîroz kirin.

Li aliyekê jinan di çarçoveya kampanya ‘100 sedem a darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ îmze komkirin, pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da nasîn.

Aktivîstên daxuyanî dan, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin. Jinan diyar kir ku wê li dijî qetilkirina jinan, dijî dîktator û serweriya sîstema mêr li her qadê li ber xwe bidin.

Çalakî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.