Li bajarên Berlîn û Munchenê, ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 16 tîrmehê 2015, 08:47
Li bajarê Elmanya Berlîn û Munchenê, ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Destdan a Berlînê li ber Konsolosxaneya Fransayê çalakî hat lidarxistin. Kurdistaniyan û aktîvîstên jin, pankarta ji wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hilgirtin.
Di çalakiyê de belavokên bi zimanên Elmanî, Fransî û Îngilîzî hatin xwendin û ji Fransayê hat xwestin ku tavilê komkujiyê ronî bike.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û ji tûrîstên xwecihî û biyanî yên Brandenburg Tor ziyaret kirin re li ser komkujiya li Parîsê agahî hat dayîn.
MUNCHEN
Navnîşana çalakiya li bajarê Munchenê jî pêşiya Konsolosxaneya Fransayê bû. Kurdistaniyên li ber Konsolosxaneyê civiyan çalakiya "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" lidar xistin. Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û belavoka bi zimanê Elmanî hat xwendin. Di çalakiya ku YXK Munchen û Kurdistanî lê amade bûn de, hat destnîşankirin ku bêdengiya Fransayê tê wateya tevkariya wê ya li vî sûcî.