Li Bedlîsê jinek bi gumanbarî mir

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, Melek Yamaç bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, Melek Yamaç a 20 salî li gundê Kerp ê Tetwanê, êvara 4'ê Adarê li mala xwe mirî hate dîtin.

Cenazeyê Yamaç ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê. Têkildarî mirina Yamaç lêpirsîn hate destpêkirin.

Heman rojê li Sûltanbeylî ya Stenbolê Rabîa Tanrivermîş ji şaneşîna mala xwe bi gumanbarî kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Her wiha li Başakşehîr a Stenbolê jî Nebahat Kûrt a 46 salî ji aliyê hevserê xwe Emrûllah Kûrt ê astsûbayê teqawîtbûyî ve bi çekê hate kuştin.

Li gorî daneyên JINNEWS'ê meha Sibatê 24 jin ji aliyê kesên nêzî ve hatin kuştin.

Li gorî daneyên 'platforma em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' (KCDP di sala 2020'î de nêzî 300 jin hatin qetilkirin, 171 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.