Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê 8’ê Adarê bi coş hate pîrozkirin
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, li Kampa Penaberan a Mexmûrê û li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi coş hate pîrozkirin.
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, li Kampa Penaberan a Mexmûrê û li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi coş hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li bajarê Silêmanî li navçeya Berdeqaremanê hate lidarixsitn. Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê çalakî organîze kir. Ji Silêmanî û derdora wê bi sedan jin tevlî çalakiyê bûn. Hunermend Şehên Talebanî, Niyan Ebdula, Rubar Reşîd, Şinyar Necîb û komên bi navê Şehîd Vejîn, Şehîd Viyan Soran, Şehîd Serhed derketin ser dikê.
Di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên şoreşgerên jin Sakîne Cansiz û Viyan Soran di serî de posterê şehîdên pêşeng ên jin hatin vekirin.
Di pîrozbahiyê de standa pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkên derbarê Jineolojiyê hatin pêşandan.
MEXMÛR
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî ber bi nîvro ve jinan daxuyaniya çapemeniyê dan. Jin piştre li ber meclîsa Îştarê kom bûn û ber bi Girê Mexmûrê ve meşiyan.
Jinan li ser 8’ê Adarê pîroz kirin û kevok firandin. Jinan bi tilîlî û govendê 8’ê Adarê pîroz kirin.
SINE
Li bajarê Sineyê ligel zext û astengiya rejîma Îranê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hate pîrozkirin.
Di çalakiya li Sineyê de pankartên ‘Nan, kar, azadî’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ hatin vekirin û wêneyên Zeynep Celaliyan a di girtîgehê de ye û wêneyên gerîlayên jin hatin hildan. Di çalakiyê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin û hate xwestin bila zextên rejîma Îranê were bidawîkirin.