Li bajarê Basela Swîsreyê semînereke li ser mijara tundiya li ser jinê hat lidarxistin. Rojnamger Songul Omurcan ku weke axaftinker tevlî semînerê bû, diyar kir ku şîdest ne çarenûsa jinan e û bal kişand ser girîngiya hişmendiyê.
Omurcan diyar kir ku her ku jin xwe pêş ve bibe dê bi pirsgirêkan re têbikoşe û dê bibîne ku çawa mohra xwe li civak, mîsyon û pêşerojê dixe. Omurcan wiha got: “Tundî ne tenê fîzîkî dii gelek aliyan de dixin meriyetê. Di aliyê psîkolojîk, aboarî û gelek qadan de û rêbazên herî kûr yên pergala serdest ya mêr li ser jinan hewl dide hegomonyayê ava bikin.”
Omurcan got ku tenê riyek a têkoşînê heye û ev jî rêixstinbûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka jinê heta ku pergala serdest ya mêr bidome dê hebe. Lê bi rêxistibûnê dikare ev şîdeta bi xeter bê kêm kirin. Tenê bila jin biryara vê têkoşînê bide. Mînaka herî şênber ya vê jina kurd û Kurdistan e.”
Piştî semînerê li herêma Basel de xebatên Meclisa Jinan hatin nîqaşkirin. Ji bo avakirina meclisê amadekarî hatin lezgîntirkirin.