Saziyên jiyan ên li Bakûr û Rojhilatê Suriyê lidarxistina çalakî û pîrozbahiyên ji bo 8’ê Adarê didomîne.
LI QAMIŞLO SEMÎNER
Meclîsa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Suriyê li Parka Xwendinê ya li Qamişloyê semînerek bi mijara “Têkoşîna Hevrîn û Nadya rêya şoreşa me ye” da. semînera ku gelek jin tevlî bûyî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Suriyê Îman Elî di semînerê de axivî û nirxandinên li ser 8’ê Adarê û berxwedaniya jinê de kir. Îman diyar kir ku şoreşa Rojava ji bo hemû jinên cîhanê bûye mînakek mezin û teqes kir ku pêwîste têkoşîna li hemberî şideta li ser jinê berdewam bike.
Endamên saziyên Rêveberiya Xweser ên bajarê Qamişloyê jî tevlî çalakiyê bûn, erebeyên çalakiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, şehîdan, alên Kongreya Star, Partiya Karkerên Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Jin hatin xemildandin.
Çalakî ji pêşiya navenda Kongreya Star a Qamişloyê destpê kir û karwanê erebeyan li kolanên Qamişloyê geriya.
Jinan destpêkê serdana Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, piştre serdana Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin a herêma Cizîrê jî kir. Her wiha di dawiyê de serdana Goristana Şehîd Delîl Sarûxan kirin.
Li goristanê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Necah Gulo axivî û 8`ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtî, şervanên ku di çeperên şer de tekoşînê dikin û hemû jinên cîhanê pîroz kir.
Di dawiya çalakiyê de jinan gul danîn ser gorên şehîdan.
SERDANA GAZIYÊN ŞER Û ASTENGDARAN KIRIN
Endamên Kongreya Star ên bi boneya çalakiyên 8’ê Adarê serdana saziyên leşkerî yên li Amûdê kirî, spasiya xwe ji bo endamên saziyê anîn ziman. Xelatên sembolîk dan Hêzên YPJ, Hêzên Ewlekariya Hindurîn, HPC û Hêzên Xweparastinê.
Kongreya Star a ku piştî saziyên leşkerî serdana astengdar û birîndarên şer kirî, li wir 8’ê Adarê pîroz kir. Endama Kongreya Star a ku di şahiya hatî lidarxistin de axivî Şaha Xelef, got ku ji ber ku 8’ê Adarê roja azadiya jinên cîhanê ye ew têkoşîna xwe dom dikin.
Çalakî bi xelat dayîna astengdaran bi dawî bû.
MINBIC
Li xetên Ebû Qelqel û Til Hozan ên başûrê rojhilatê Minbicê bi beşdariya jinên her du xetan û endamên komîteya amadekar a çalakiyn 8’ê Adarê semîner hatin dayîn. Semîner li gundê Camûsiyê yê girêdayî xeta Til Hozan hatin dayîn.
Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre endama Navenda Jînelojiyê Mêrvet Hemed li ser dîroka 8’ê Adarê axivî û wiha got: "Di 8’ê Adara 1865’an de nêzî 40 hezar karkerên kargeha Tekstîlê ya li DYA’yê li ser kêmbûna destheq û saetên dirêj ên xebatê, protesto kirin û polîsan bi hovîtî bi ser prostestoyan de çû."
Mêrfet Hemed wiha domand: "Piştî wê, Kongreyeke 2’yemin a Navneteweyî ya Jinan li Kopenhag a paytexta Denmarkayê hat lidarxistin, wê demê Clara Zetkin a ku ji fermandarên Partiya Sosyalîst a Demokratî ya Almanyayê ye, erka sekreteriya kongreyê girt. Clara Zetkin pêşniyar kir ku 8’ê Adarê bibe Roja Jinan a Cîhanê, da ku karkerên ku di kargeha tekstîlê de bûne qurban werin bibîranîn."
Mêrfet Hemed destnîşna kir ku kapîtalîzma ku hewl dide siyaseta qelsbûnê li ser têkoşîn û nirxên civakê ferz bike, dixwaze wê yekê di 8’ê Adarê de jî ferz bike. dixwaze 8’ê Adarê ji wateya wê bi derxe, da ku dîroka berxwedan û têkoşînê were jibîrkirin.
Mêrfet da zanîn ku îdolojiya rizgarkirina jinan a ku rêber Ocalan ji jinan re pêşkêş kiriye, hêzeke mezin ji bo têkoşîna tevahî jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê da û rêya rizgarkirinê jê re vekir.
Mêrfet Hemed eşkere kir ku di civakê de jin bê ser û ber di qirkirina komî re derbas bûne û ev yek bi şoreşên jinan tê rawestandin.
Di dirêjahiya axaftina xwe de Mêrfet Hemed wiha got: "Beriya du mehan hevrê Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr bi hovîtiyekê li Şedadê hatin qetilkirin. Tenê ji ber ku wan dev ji hezkirina azadiya jinan berneda hatin qetilkirin. Ji lew re em 8’ê Adarê bi çoş pîroz bikin û diruşmên silavkirina berxwedana jina azad bilind bikin û her du hevrêyên xwe Seida, Hind, Leyla Agirî, şehîdên Helencê û Til Rifetê bi bîr bînin."
Mêrfet Hemed wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dê 2021 bibe sala têkoşîn û azadiya jinan û dê şer, qirkirina jinan, xizantî, bêkarî û tundiya li ser erdnîgariya me, bi dawî bikin."
Piştî semîner bi dawî bû, komîteya amadekar a çalaliyên 8’ê Adarê Meclîsa Til Hozan û Meclisa Ebû Qelqel xelat kir û piştre dîlan hat gerandin.
Her wiha dê rêzesemîner di 4 û 5’ê Adarê de li xetên Heya û Yasitî û xetên Muhterq û Farat werin lidarxistin.