Li bajarên Kurdan di 10 mehan de 56 jin hatin kuştin

Li bajarên Kurdan di 10 mehan de 56 jin hatin kuştin

Komîsyona Jinan ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê biboneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê a Navneteweyî, li ser geşedanên 10 mehê dawî yê 2012'an daxuyanî da. Rêvebera ÎHD'ê Gulîstan Gençel diyar kir ku, li bakûrê Kurdistanê 56 jin hatine kuştin, 45 jin di encama tundiyê de birîndar bûne û ji van 6 kes rastî tecawizê hatine û 10 kes jî rastî istîsmarkirina tacîza zayendî hatine.

Komîsyona Jinan ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê biboneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Navneteweyî, derbarê binpêkirin û tundiya li hemberî jinan a 10 mehên dawî de daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya ÎHD'ê dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de komîsyona jinan ya Şaxê ÎHD'ê, rêveber û endamê ÎHD'ê amade bûn û pankarta "Jin jiyan azadî, Ji tundiya li hemberî jinê pêk tê re na" hate daliqandin.

Li ser navê komîsyonê rêvebera ÎHD'ê Gulîstan Gençel daxuyanî xwend. Gençel diyar kir ku, di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ew dîsa namzetin û got di bin navê vê hefteyê de dîsa jin li hemberî tundiyek cidî û bedelên mezin de rû bi rû dimînin. Gençel da zanîn ku, wek hemû cîhanê û li vê erdnîgariyê dîsa wek her tim jin êş kişandina jina di sala 2012'an de dewam kiriye.

Gençel destnîşan kir ku, jinên her tim li hemberî tundiya tecawiz, qetilkirin, hêvî danê, bi zordarî zewicandin û bi tundiya polîsan re ku di nav hev de siyaset û demokratîka bi muxalefet dikin, ew jinên ku di grevê birçîbûnê de bedena xwe dabûn ber mirinê ne. Gençel diyarkir ku, rapora ÎHD'ê ya Amedê ku derdixe holê tobloya daneyê 10 mehên dawî bi serê xwe erjenge û her tiştî derdixe ber çavan. Gençel, bi kurtasî rapora wiha da xuyakirin: "Li herêmê 56 jin hatine kuştin. 45 jin di encama tundiyê de birîndar bûne û ji van 6 kes rastî tecawizê hatine û 10 kes jî rastî istîsmarkirina tacîza zayendî hatine. Hejmara herî rast di ser vê hejmarê de ye. Lê belê me van hejmaran tespît kiriye."

'TIRKIYE DI NAVA 132 WELATAN DE DI RÊZA 127'MÎN DE YE'

Gençel daxuyand ku di deh salên dawî de di îcratên serî yê dema serdema hikûmeta AKP'ê de tundiya li hemberî jinê ji sedî 1.400 zêdehî çê bûye. Gençel bi lêv kir ku, AKP'ê li hemberî pirsgirêka zayendiya wekhev de jinê tune hesibandin domandiye û got di nav van de qota jinê, parêzvanê mafê mirovan ên muxalîf, rewşenbîr, rojnamevan û siyasetmedar jî di nav de ne. Gençel ev tişt got: "Di nava 132 welatan de ji ber serkeftiyên vê hikumetê mirov dikare heta rêza 127'mîn bi jimêre. Heta dawiyê ku tundiya li hemberî jinê pêk were em dê têkoşîna xwe berdewam bikin."

Binpêkirina mafan ya li ser jinan ku di 10 mehê dawî li bajarê Kurdan pêk hatine wiha ye:

*Jinên ku rastî tundiya hêzên ewlekariyê hatine yek mirî, 15 kes birîndar û 6 kes rastî tacîzê hatin.

*Jinên ku di nav malbatê de rastî tundiyê hatine 12 kes mirî, 14 kes birîndar bûn.

*Jinên ku li qada civakî rastî tundiyê hatine 11 mirin. 11 birîndar, 6 kes tecawiz, 4 tacîz bûn.

*Întîharên jinan : 27, teşebûs: 5

*Kuştinên jinan ên bigûman: 4

*Cinayetên namûsê: 1

* Bi tevahî 56 mirî, birîndar 45, tecawiz 6 û taciz 10