Îngilistan razemeniyeke mezin li parastinê dike
Hikumeta Îngilistanê ragihand ku ji bo xurtkirina pîşesaziya parastinê wê bi 1.5 milyar sterlînî (Nêzî 1.8 milyar Euro) razemeniyê bike.
Hikumeta Îngilistanê ragihand ku ji bo xurtkirina pîşesaziya parastinê wê bi 1.5 milyar sterlînî (Nêzî 1.8 milyar Euro) razemeniyê bike.
Di daxuyaniya hikumetê de hate ragihandin ku ji bo hilberandina çek û cebilxaneyê wê razemeniyek ji 1.5 milyar sterlînî (Nêzî 1.8 milyar Euro) bê kirin.
Bi vê budçeyê re wê li welêt herî kêm 6 febrîqeyên nû yên cebilxaneyan bêne avakirin û bi qasî 7.000 fuzeyên menzîldirêj bêne hilberandin. Tê payin ku razemenî ji bo 1.800 kesî derfetên kar biafirîne.
Hate ragihandin ku ev gav parçeyek ji stratejiya parastinê ya nû ku wê rojên bê were eşkerekirin. Armanc ji vê stratejiyê ew e ku Îngilistan li hemberî gefên ewlekariyê yên ku zêde dibin asta amadekariyê zêde bike û stokên xwe yên cebilxaneyan berfireh bike.