Li aqûbeta Keremoglû yê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû revandin pirsîn

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Kadîr Keremoglû yê 75 salî ku berî 26 salan ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû revandin û piştî ji malbatê fîdye xwestibû ew qetil kiribû, pirsîn.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin her şemî çalakiyan li dar dixin. Dayikên Şemiyê piştî şewba vîrûsê belav bû çalakiyên xwe bi rêya onlînê li ser înternetê pêk tînin. Dayikan di hefteya 838’an de çalakiya xwe berdewam krin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li aqûbeta Kadîr Keremoglû yê 75 salî ku di 14'ê nîsana 1995’an de li Wanê ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû revandin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn. Dayikan di çalakiyê de xwest kujerên Keremoglu bên cezakirin û aqûbeta Keremoglû jî bê ronîkirin.

Kurê Kadîr Keremoglû, Bahattîn Keremoglû, di çalakiyê de diyar kir ku 26 sal in serî li hemû rayedarên dewletê dan, lê heta niha tu encam negirtine. Keremoglû, anî ziman ku ew ji xeynî edaletê tiştekî din naxwaze û wiha got: "Me her tim edalet xwest. Me ji bo bavê xwe gorek xwest. 26 salin em têkoşîna xwe berdewam dikin. 50 salên din jî bibore emê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Parêzerê malbata Keremoglu Hamdî Polat jî anî ziman ku 18 salin li dosyayê dinere û wiha domand: "Piştî me dosya dewir girt, me serî li Komîsyona Tespita Zerarê ya Walîtiya Colemêrgê da. Piştî dosya red kirin me serî li Dadgeha Îdarî ya Herêma wanê da. Lê dîsa daxwaza me red kirin. Vê carê me serî li Dadgeha Bilind da. Wan jî red kir me serî Dadgeha Destura Bingehîn da. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn jî serlêdana me red kir. Hemû serlêdanên me hatin redkirin.

Li ser navê Dayikên Şemiyê Zîn Demîr, daxuyanî da û ev tişt anî ziman: "Dewlet, daxwazên malbatên bi sedan kesên dema destgîrkirîbû hatin windakirin wekî maf qebûl nake. Malbatan wekî kesên xwedî maf nas nake. Azadiya mafên malbatan ji aliyê desthilatê ve bi keyfî tê binpêkirin. Malbata Keremoglû li Wanê malbatek xwedî mal û milk bûn. Kesên girêdayî JÎTEM'ê gefa 'Navê we jî di lîsteya kesên bê kuştin de heye' û pere ji malbatê xwestin. Piştî malbatê ev daxwaz red kir, kesên girêdayî JÎTEM'ê Karsazê 75 salî Kadir Keremoglû di 14'ê Nîsana 1995'an de revandin. Keremoglû, li pêş Mizgefta Keremoglû bi texsiya Toros a plaqeya wê 01 EA 600 revandin. Texsiya Dogan a pilaqeya wê 65 ER 279 û texsiya Brodwaş a pilaqeya wê 06 FH 600 jî hevkariya kesên di Torose de bûn kir."

Demîr, herî dawî anî ziman ku di hefteya 838’an de aqûbeta Keremoglû di pirsin û wiha bi dawî kir: "Divê kesên dewletê bi rêve dibin û saziyên darazê êdî dawî li polîtikayên înkarê bînin. Çend sal derbas bibin jî emê lêgerîna edaletê ya bji o Keremoglu berdewam bikin. 139 qada Galatasarayê hatiye qedexekirin. Lê emê tu carî dest ji qada Galatasarayê û lêgerîna windayan bernedin."