Li Amsterdamê pîrozbahiya 8'ê Adarê

Li paytexta Hollanda Amsterdamê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin.

Komîteya 8'ê Adarê ku Tevgera Jinên Kurd li Hollandayê (TJK Hollanda), Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî, Rode Morgen, SKB, jinên Îranî, Platforma Jinan a Cîhanê û ji gelek saziyan pêk tê, pîrozbahiya li Meseûmpleînê ya li Amsterdamê li dar xist.

Di pîrozbahiyê de ku jinên ji gelên cuda tevlî bûn, her rêxistinê peyama xwe da.

TJK Hollandayê jî li ser dikê pankarta bi nivîsa "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo darizandina dîktator" hilda û daxuyanî da.

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk bang hate kirin ku têkoşîn bê xurtkirin.