Li Amedê buroyên hilbijartinê yên jinan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kampanya xwe ya ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi rengekî bê navber didomîne.

Di çarçoveya kampanya hilbijartinê de hema bêjin her roj li Kurdistan û Tirkiyeyê buroyên hilbijartinê têne vekirin. Ji van buroyan ên herî zêde balê dikişînin, buroyên hilbijartinê yên jinan e. Buroyên hilbijartinê yên jinan ên li Amedê hatin vekirin, bi keda jinên HDP'yî û şêniyên taxan tên vekirin.

 Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ceylan Aslan diyar kir ku berî 10 rojan wan dest bi amadekariyên buroya hilbijartinê ya jinan a li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê kiribûn û got, "Bi desteka rêxistinên navçeyê, TJA û jinên herêmê, me cihekî înşaetê bi keda jinê kirin buroya hilbijartinê. Vê yekê bala derdorê kişand, bi taybetî ya jinan."

Aslan anî ziman ku ew bi rojê serdana esnaf û gel dikin, êvarê jî bi gel re fitarê vedikin û diçin serdana malan.

Aslan destnîşan kir ku di 24'ê Hezîranê de jin wê xwedî li sindoqan derkevin û îradeya jinê wê bi xurtî bandorê li dengdanê bike.

Aslan got, "Em pê bawer in ku îradeya jinê wê bi xurtî bigihêje meclîsê" û diyar kir ku wê siyasetê ji zimanê baviksalariyê rizgar bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Aslan silavên xwe ji hemû hevalên xwe yên jin ên dîl hatine girtin re şand û got, "Em hewl didin li derve bibin dengê wan."