Li Îranê cezayê qamçî û girtîgehê li parêzvana mafên mirovan hate birîn

Dadgeheke Îranê cezayê 2,5 sal ê girtîgehê û lêdana 80 qamçî li parêzvana mafên mirovan Nergîs Mûhammedî birî.

Mûhammedî ku alîkara Serokê Navenda Parêzvanên Mafên Mirovan e, ji ber ku li dijî cezayê darvekirinê kampanya li dar xist û li pêşiya girtîgehan tevlî çalakiyên rûniştinê bû, sûcdar hate dîtin.

Mûhammedî beriya niha bi 16 salan cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û piştî ku 5 salan li girtîgehê hate hiştin, hatibû berdan.

Mûhammedî piştî ku ji girtîgehê derket, karên xwe yên ji bo mafên mirovan dewam kir. Mûhammedî bi muxalefeta xwe ya tund a li dijî cezayê darvekirinê tê naskirin.