Leyla Xalid wê biçe serdana Leyla Guven

Yek ji sembola berxwedana têkoşîna Filîstînê Leyla Xalid ew  ê biçe serdana Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku 158 roj in, di greva birçîbûnê de ye.

Sembola berxwedana Fîlîstinê û Endama Komîteya Navendî ya Eniya Rizgariya Gel a Fîlistînê (FHKC) Leyla Xalîd, wê sibê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 158 roj in di grevê de ye li mala wê ziyaret bike.

Xalîd, sibê saet di 10.00'an de li gel parlamenterên HDP'ê û Rêveberên HDP'ê yên Amedê biçin mala Leyla Guven û Guven li mala wê ziyaret bike. Xalid, wê biçe serdana parlamenterên HDP'ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç yên ku li avahiya HDP'ê Amedê di greva birçîbûnê de ne.