Leyla Guven dîsa nehate berdan
Îtîraza girtina ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hate redkirin.
Îtîraza girtina ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hate redkirin.
Parêzerên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî girtinê serî li dadgeheke bilindtir dabûn. Îtîraza parêzeran hate redkirin.
Parêzeran serî li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn dabûn û dadgehê ev îtîraz red kir. Dadgehê diyar kir ku tiştekî şaş di biryara Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn de tune û îtîraza parêzeran red kir.