Leyla Guven a rehîn girtî: Azadiya jinê azadiya civakê ye

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Xarpêtê tê ragirtin, peyama 8’ê Adarê da. Guven got: “Rizgariya jin; rizgariya civakê ye, azadiya jinê; azadiya civakê ye. Bijî 8’ê Adarê!."

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi rêya malbatê peyamek şand û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Guven, di peyamê de bal kişand ser gotina Clara Zetkin a "Kesên mirinê bidin ber çavan dikarin jiyanê bi dest bixin" û wiha got: “Em hemû kemîn û lîstikên ku pergala mêrê serdest ava kiriye yek bi yek derbas dikin û ber bi azadiyê ve dibezin. 

Jinên rêzdar; Clara Zetkin, dibêje 'Kesên mirinê bidin ber çavan dikarin di jiyanê de bi ser bikevin û jiyanê qezenç bikin'. Îro jî hemû jinên cîhanê diqîrin û dibêjin; ‘Ji bo em mafê xwe yê ji me hatiye stendin û desteserkirin bi dest bixin, ketine rêyan.' Em hemû rêyên ku pergala mêr bi kemîn û lîstikan girtiye yek bi yek derbas dikin û ber bi azadiyê ve dibezin. Bila gelê me baş zanibe ku pergala jin bigêjinê û ava bikin, dê her kes karibe azad xwe bîne ziman û bibe rengê jiyana azad, demokratik ekolojîk û azadiya jinê. Ji ber vê yekê em dibêjin Rizgariya jinê, rizgariya civakê ye. Azadiya jinê azadiya civakê ye. 

Jinên rêzdar, 8'ê Adarê ji bo jinan ji roja pîrozbahiyê zêdetir, roja têkoşîna hesabpirsîna hişmendiya mêrê serdest e. Ji ber vê yekê îro li hemû qadên cîhanê, jin li ber xwe didin û dadikevin qadan. Diqîrîn û diyar dikin ku ji Rozayan heta Sarayanr, ji Sêvêyan heta Kader û Dayikên Taybetan, ji Mirabel heta jinên bi tundiyê re rû bi rû dimînin dê hesab bipirsin. Di pêşengiya jinên li Rojava modela rolê şoreşa enternasyonal, jin aşkere dikin ku ne bê çare û ne bê alternatif in. Diqîrin û diyar dikin ku qerîn û dengê dayikan ji hemû çekên cîhanê bi hêztir e."  

Guven, di peyamê de bang li hemû jinan kir û wiha bi dawî kir: "Hûn di serî de nûnerên jinên li dijî tecrîdê di grevê de, jinên tevî zarokên xwe girtî û hemû girtiyên neşweş in. Em 8'ê Adara 2021'an bi hemû rengên xwe, bikin keskasor û rengê keskasorê daxin ser ruyê erdê. Em aştî, hezkirin û xweşbîniyê biqîrin. Bijî 8’ê Adarê.!"