Lêgerînek bê dawî
Endama PAJK'ê Zelal Çekdar di sala 1977'an de, li Gundê Nêrwehê-Qilabanê tê dinê. Malbata wê di nav gund de pir tê nasîn.
Endama PAJK'ê Zelal Çekdar di sala 1977'an de, li Gundê Nêrwehê-Qilabanê tê dinê. Malbata wê di nav gund de pir tê nasîn.
Endama PAJK'ê Zelal Çekdar di sala 1977'an de, li Gundê Nêrwehê-Qilabanê tê dinê. Malbata wê di nav gund de pir tê nasîn. Bapîrê wê bi nav û deng e. Di nav malbatê wê de heft zarok hene. Zelal, zaroka malbatê ya navîn e. Di nava malbatê de Zelal wek zaroka herî bi liv û tevger û ku nakeve nav qalibên malbat û civakê tê nasîn. Taybetmendiya wê ya ku balê dikşîne ser xwe yek jê jî, li hemberê bê mafî û serdestiyê nerazîbûn û helwestên wê ne. Dema ku zarok li hev didin, ew diçe û tola zarokên ku lêdanê dixwin digire. Ew hesreta bi salan wiha tîne ziman. "Piştî salên dirêj, min qet hevalên xwe yên zarokatiyê nedîtiye. Her çendî ku ez wê demê zarok bûm jî, lê dema tê bîra min ku min li zarokan dida ez pir xemgîn dibim. Ez dibêjim xwezî min qet li zarokek nedaba. Ez pir zarokek asî bûm, min her tiştî nedipejirand, ji ber înada xwe min pir caran ji dayika xwe lêdanê dixwar. Niha jî ev bandora xwe li ser kesayeta min dike."
NAKOKIYÊN DAYIK Û BAV DIBE NAVÊ JIYANA WÊ
Di navbera dayik û bavê Zelal de şer û pevçûn hene. Dayika wê bê xwesteka xwe bi bavê wê re tê zewicandin. Ew wan nakokiyan xwe yên zarokatiyê wiha bi lêv dike: "Min her tim digot, çawa dibe ku jineke bê xwesteka xwe bi zilameke re tê zewicandin. Ev rewş ji min re nakokiyeke pir mezin bû. Min di zarokatiya xwe de têkiliyê dayik û bavê xwe lêpirsîn dikir û ji dayika xwe re digot, li şûna ku hun ewqas li hevdû didin hun hevdû berdin wê baştir be. Min ji dayika xwe re digot, ne tu li ser bavê min desthilatdariyê bimeşîne, ne jî bila ew li ser te bimeşîne. Ji ber ku tiştên min digot, li derveye ‘êxlaqê civakê’ bûn. Di civakê de bê ku jin û zilam ji hevdû hez bikin, bi hev re dihatin zewicandin û ev zewac dibû çarenûsa jinan heta mirinê."
Çekdar di nav malbatê de ji birayê xwe yê mezin hes nake, lê bi hemû xwişk û birayên xwe yên din re wek hevalan dijî. Sedemê wê jî ev e; ku birayê wê yê mezin desthilatdariya xwe li ser wê dimeşîne. "Min digot, xwezika ew jî keç bûya û ewqas dijwarî li ser me nekraya. Ji ber nêzikatiyên birayê min, min ji zilam û zarokên kur hez nedikir. Civak û malbatê her tiştên zarokên keç diyar dikirin, ev jî dibû sedemê aciziyên mezin. Lê di kesayeta birayê xwe de min nefret ji zilam dikir. Min digot, zilam desthilatdare û zalim e. Dixwaze her tiştî li gorî xwe bike, ev nêzîkatî bi min re derdiket pêş."
NASÎNA GERÎLA
Di navbera malbata Zelal Çekdar de bûyerên xwînî rû didin û dema ku birayê wê neçar dimîne xwe ji ber dewletê veşêre û li çiya razê têkiliyên wî bi gêrîlayên ARGK’ê re çêdibin. "Me nizanibû ku PKK û gerîla kî ne. Birayê min ji gerîlayan re digot; pêşmerge, ji ber ku wê demê pêşmergeyên KDP û KÛK li herêma Botanê hebûn. Her du birayên min yên mezin li gund ji ber dijmin diçûn erazî radizan. Piştî wê demê tevgera leşkerî û çêkirina qereqolan li gund û derûdorê gund zêdedibûn. Wê demê Dewleta Tirk tabûr çêdikirin û cerdewantî pêşdixistin."
BI RÛPÊŞA PKK'Ê KOMKUJIYA JÎTEM'Ê
Zelal di zarokatiya xwe de bê ku zanibe kuştin, mirin çiye rojek dibîhise ku çend kes ji malbata wê bi destên çete Hogir tên kuştin. Piştre ji aliye Rêberê Gelê Kurd ve ev çete wek xeta sê alî tên bi navkirin. Ev çeteyên ku bi navê Şahîn Balic (Hogir) li gundê Nêrwehê komkujiyeke li ser gelên sivîl pêş dixe. (Ev xeta ku di nav PKK’ê de piştre weke xeta çete ji aliye Rêberê Gelê Kurd de tê bi navkirin e.) Ew wan rojan bi van hevokan tîne ziman: "Li ser malbata min bi destên Hogir komkujiyeke hat çêkirin. Piştre jî Dewleta Tirk bavê min û birayê min girtin. Ev herdû bûyer li ser jiyana min pir bandor kirin û bûn sedem ku ez zarokatiya xwe nejîm. Malbata min pir welatparêz bû, lewma di nav gund de li ser me tecrîdek dihat meşandin. Dema mirov li gundeke be û kesek bi mirovan re neaxive, ev badora xwe li ser derûniya mirov dike. Dijmin li ser malbata min pir zext û tundî dimeşand û gundê me bi destên dewletê hat şewitandin. Niha jî hin dem, ew zarokatiya ku min nejiya ye, wek daxwaziyên wê demê ez dixwazim ku bijîm. Wek ku mirov di salên xwe yên zarokatî de dijî dibe û jiyana mirov ji xeyalên zarokatiyê qut nabin."
BAV WELATPARÊZ, AP SÎXUR E
"Dewlet û beşek ji gundiyên li ser malbata min zext dimeşandin ku em jî bibin cerdevan. Mamê min yê ku hevsera wî di komkujiya ku bi destê Hogir hat kuştin, piştre sê kurên wî tevlî PKK'ê bûn. Lewra ew dizanibûn ku ev kiryarên ku hatin kirin, bi destên çeyetan bûn ti girêdana wan bi xeta PKK’ê re nebû. Piştre ji xwe kurekê apê min jî şehîd ket. Her tim dewlet dihat pişt mala me û kemîn davêt. Dema ku seh li vir direyîn mamê min diçû agahî dida dewletê, digot gerîla hatine mala birayê min û dewlet dihat zext û tedayên mezin li ser me dimeşandin. Bavê min welatparêz bû, lê Apê min sîxur bû."
BIRA Û DÊ DIÇIN BÊRIYÊ, BIRA NAZÎVIRE
Di sala 1989'an de birayê wê û komek ciwan bi zagonên leşkerî tevlî refên gerîla dibin. "Birayê min bi dayika min re çûbû bêriyê ber pez. Heta êvarê mirovên gundî hin ji wan hatin, lê hin ji wan jî nehatin. Êvarê dema ku em çûn û me pirsî- jixwe cihê bêriyê sê çar saet ji gund dûr bû, gotin ku hevalan bi ser gund re girtine û komek ciwan revandine û bi zagonên leşkerî tevî gerîla kirine. Piştî ku birayê min birin girêdana malbata min zêdetir bû bi PKK’ê û gerîla. Piştî sê sala ez çûm Heftanînê û min birayê xwe Çekdar dît. Piştre jixwe me hevdû nedît heta ku ew şehîd ket. Piştî demek me mala xwe bir Mersînê û şêwazê jiyana me jî hate guhertin."
NAXWAZE ÇARENÛSA DAYIKA XWE BIJÎ
Zelal hîn 13 salî ye birayê wê ji keçek hez dike û birayê keçikê yê 24 salî jî dixwaze ku Zelal pê re bizewice. Tevî ku ew nizane zewac çiye jî, ew vê zewacê dipejirîne. "Dema ku ez ê bizewiciya ma, birayê min Çekdar ê ku tevî gerîla bibû dibihîze û li hemberê zewaca min derdikeve. Lê ne ez di ferqa vê zewacê de bûm û ne jî malbata min ji vê biryara xwe diqeriya." Piştî ku dizewice hevserê wê jê re nebaşe û di navbera wan de şer û pevçûn derdikevin. Hevserê wê, wê wek mulkê xwe destdigre û dema ku bi zilaman re diaxive, dide distîne dibe sedemê hesudiyan. Pirsigrêkên aborî derdikevin holê, gazin û gumanên ku hevserê wê dike dihêle ku Zelal li hemberê vê zewacê tengezariyên mezin bijî. Ew dema ku biryara xwe ya veqetandinê dide fikarên xwe yên wê demê wiha tîne ziman: "Li gorê zagonên civak û gund hevdû berdan rewşeke pir xirab bû. Ji xwe hevserê min jî nedixwest ku em ji hevdû veqetin. Lê ji bo ku hevjiyana me baş bimeşe jî ti hewildanên hevserê min nebû. Êdî min got bese, ji vê koledarî û bindestiyê re û min biryara xwe da ku ez wî berdim. Lê wî nedihîşt ku em hev berdin, piştre gerîla ketin navbera me ku ew îkna bibe. Ji ber ku min ji dayik û bavê xwe re ji her tim digot, ger ku hun li hev nakin, hevdu berdin, min nexwest ku ez jî çarenûsa dayika xwe bijîm û neçarê zagonên malbat û civakê bim ku ev jî jin dike kole."
KOLEDARÎ ÇIRAND, TOVÊN AZADIYÊ ŞÎN KIR
Zelal Çekdar di sala 1994’an de biryara xwe dide ku tevî refê gerîla bibe û di heman salê de tevî dibe. Ew wan deman wiha tîne ziman: "Min dixwest ku ez tevî bibim, lê birayê min Çekdar ku beriya min tevî bibû dixwest ku hinek PKK bi min bide nasîn û ez wiha tevî bibim. Ji ber wê jî birayê min gotibû heta ez wê nebinim, bila tevî nebe." Lê beriya ku ew tevî bibe, birayê wê di şer de jiyana xwe ji dest dide. Dema ku tevî dibe dixwaze ku bi gerîlayan re li ser zewaca xwe û bûyerên ku jin di civakê de jiyane nîqaş bike û çareser bike. Lê ji ber ku şer û pevçûn zêdene, di destpêkê de ew derfet çênabin. Her tim daxwaziya wê di şer û pevçûnan da cihê xwe girtine û ji dewleta zilam tol rakirine. Çawa ku li hemberê malbat û civakê serî ra dike û zagonan nas nake, li hemberê dijminê jinê jî bi hestên azadiyê xwe birêxistin dike û tevî dibe. Ji bo ku pirsgirêkê jin û malbatê nas bike, demek li biryaergehê tê hiştin û demek lêhûrbûnê dijî.
EW HEM XWIŞK HEM JÎ BIRA BÛ
Daxwaziya Çekdar a herî mezin jî di nava refên azadiyê de birayê xwe Çekdar dîtine. Lê beriya ku ew tevî bibe birayê wî jiyana xwe ji dest dide. Ji bo ku bandor nebe demek derbas dibe piştre jê re tê gotin ku birayê te jiyana xwe ji dest daye. "Em hem xwişk û hem jî birayê min bû. Heta demekê min digot ez ê birayê xwe bibînim û min nizanibû ku ew şehîd ketiye. Piştî ku ew şehîd ket, xeyalên min şikestin û ez xemgîn bûm. Heta du salan ez encax bi ser xwe ve hatim. Ez tevî jiyanê dibûm û min kar dikir, lê ji min re wateya jiyanê bi birayê min ve xweş bû. Piştî demek ji bo ku ez xeyalên birayê xwe yê nîvçe mayî bi cih bînim û layîqê wî bim min xwe bi kotekî komê ser hev. Dema şehadeta birayê min hevalan xwest ku ez biçim demekê li malê bimînim û dayik û bavê xwe teselî bikim, lê min nepejirand û min got, ez di nav hevalên xwe de ku bêhna Çekdar ji wan tê bimînim, wê baştir."
BÎRANÎN
Di sala 1995’an de ew hê nû ye û di şerê dijwar de cihê xwe digre. Ew ti caran ji gerîlayên hevalên xwe re nabêje ku, ez nû me û min şer neditiye tecrûbeyên min nînin. Bi xwestekek mezin tevî jiyan û çalakiyan dibe: "Dema ku em çûn çalakiyek hevala wê demê ez dabûm ser BKC û wiha dizanibûn ku ez xwedî tecrûbe me. Hevalan ji min pirsîn ‘tu qet tevî çalakiyan bûyî’ min jî got rast e. Piştî şer xilas bû û em zivirîn hevalan gotin, ku tu berê çûbûyî şer. Min got, na weleh ez neçûme şer. Hevala got, te çima ji me re negotibû min şer nedîtiye. Me te da ciheke wiha hesas û ser BKC. Min got teqez ger ku min tu berê çalakiyê bigotaya ez tevî nebûme wê, we me tevî nekrana. Di destpêkê de ez pir tirsîm, lê piştre min cesaretek mezin girt û da hevalên li gel xwe yên nuh jî.”
ŞER DIJWAR E, OPERASYON ZÊDE YE
“Ez heta 1997’an li Zapê- Çiyayê Reş-mam. Ji ber ku em nêzê dijmin bûn, me pir çalakî dikirin. Ev jî tecrûbeyeke mezin bi min re didan çêkirin. Di destpêka 1997 an de amadekariyên operasyoneke mezin hebû. Ez wê demê derbasî Metîna bûm. Ji heyva Çileyê, heta Sibatê kar û xebatên me dagirtîbûn. Heta heyva Hezîranê ez li wir mam. Piştre ez derbasê Çiyayê Spî bum. Ew qad ji bo gerîlayên jin pir zehmet bû. Hevalên wê derê jî, her tim di nav operasyonan de bûn, me kemîn davet û lojîstîk temîn dikir. Hevalen derbasî Akademiya Rêber Apo dibin, tekmîl didin Rêbertî û dibêjin ku komek hevalên jin li Çiyayê Spî bê fermandar in, şert û mercên Çiyayê Spî û ji bo gerîlayên jin û zivistanê zehmet bû jî. Rêbertî jî dibêje, ‘bila hevalen jin ji wir derkevin.’ Em taximeke hevalên jin di zivistanê ji Garê derketin çûn Metîna. Li Metîna Tepê-Ortê em sê heyvên zivistanê bi Tabûra hevalên jin re man. Jixwe zivistan hertim demên perwerdeyane. Me jî wê zivistanê perwerdeya xwe dît û encamên meriyeta xwe analiz kir, kêm û kurtasiyên xwe lêkolîn kir."
JIYANEK BI SERPÊHATÎ Û LEHENGÊN DI DIL DE
Di nava têkoşîna Gelê Kurd de pir şervanên enternosyonal cihê xwe girtine. Hêlîn Çerkez a ku bi eslê xwe Çerkez e ew jî yek ji wan lehengên enternasyonal e. Zelal şert û mercên wê salê wiha dinirxîne, di destpêkê de jina enternasyonal bibîr tîne: "Hevala Hêlin ewqas bi me re eleqedar dibû ku me şert û mercên dijwar qet hîs nekir. Hem ji aliye perwerdekirinê de, hem jî, ji aliye jiyan û hevaltiyê bê mînak bû. Ew jineke bixwezayê, hevaltî û jiyanê ve bibû yek. Dema ku zivistan bi dawî bû û em ketin biharê, min dixwest ku ez dîsa biçim Çiyayê Spî û xeyalên hevalên min yên ku nivçe man û ew şehîd ketin, temam bikim. Dema em ji Çiyayê Spî derketibûn bi kobrayê heft hevalên me şehîd ketibûn. Lewma min bi israr dixwest ku ez carek din biçim Girê Spî. Pêşniyara min di destpêkê de nehat nepejirand, lê piştre li ser pêdiviyan ez şandim wir. Hevalê Karker li Çiyayê Spî bû, lê piştre, hevalê Karker ji ber ku valatiya rêvebertiyê hebû hevalan carek din bi me re şandibûn Çiyayê Spî. Kobara anîn ser me û pênc hevalên me şehîd ketin. Wê demê dijmin her derê girtibû û em neçar man ku ji alanê derkevin. Rewşa me nebaşbû, em bê hez mabûn, pêlavên me qetiyabûn û em çend roj bûn, me av jî nedîti bû. Piştî seruveneke mezin em çûn Garê. Em diçûn milê Dihokê neh siet dimeşîn û çalakî dikir û em carek din dizivirîn Garê. Dema hevalê Karker şehîd ket, hevala ji min veşartin. Ji ber ku min pir nirx dida hevalê Karker. Piştre em çûn Bergarê. 1998 di heyva Tirmehê de ez çûm Garê heta meha Tirmehê ez hatim biryargehê."
ÊRÎŞÊN MEZIN LI HEMBERÎ ME DIHATIN KIRIN
Li Garê di sala 1998’an de operasyonên mezin çêbibûn. Gerîlayên bi navê Nêrgiz Qamişlo û Hêlîn Çerkez di şer de jiyana xwe ji dest didin. "Hevala Hêlîn wê demê di wê dorpêçiyê de şehîd ket. Hevala Rûken hevaleke fermandara taximê bû, jineke pir bi hêz bû ew jî şehîd ket. Ji aliyê fizîkî û derûnî ve jineke bir bedew bû. Pir heval şehîd ketin, lê yê ku di rêveberiyê de bûn û kevin bûn ew bûn. Dîsa hevala Newroz li wir di sala 1999 an de şehîd ket. Pir hevalan dixwest ku çalakiyên fedayî bikin, hestên me bi tolgirtinê ve tijî bûn. Dema pêvajo hat jiyandin, me nizanibû, em ber bi çive diçin. Min jî dixwest ku ez Çalakiya Fedayitî bikim û encamên wê yê sîyasî û rêxistinî xurt bin. Demeke dirêj ez di nav van hestan de mam. Lê dema ku rêbertî pevajo da sekinandin û parêzname hatin, Êdî erkên me hatin guhertin. Hêdî, hêdî ez bi riya parêznameyan û notên hevdîtanan ronî dibûm û di xeta Azadiya Jin de xwe kurkirin dihat xwestin."
'MIRINEK BÊ NAV BÛ'
Piştî pênc salê Çekdar di nava gerîla de hertim daxwaziyên wê dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ne. "Girtina Rêber Apo mirineke bê nav bû. Em wê demê li Garê bûn. Ji her aliyan ve saleke pir zehmet bû. Dema min daxuyaniyên destpêke guhdar kir, min bawer nekir, min got, dibe ku dijmin êriş bike û bi zanebûn dibêjin, Rêbertî hatiye girtin. Ji ber ku dema rêbertî li derve bû Pirojeya Azadiya Jin dabû destpêkirin, wê çawa Tevgera Azadiya Jin pêş biketana ev dibû sedemê fikaran. Min pir dixwest ku ez rêbertî bibinim û di perwerdeya wî de derbas bibin. Ji ber ku ez nuh bûn, her çendî ku ez bixwazim Rêbertî bibinim jî, min ti caran vê di nav hevalan de vê xwestekê xwe bi lêv nekir. Ji ber ku min digot, bila ez asta zanebûna xwe pêş bixim, piştre, ez ê biçim gel Rêbertî."
HOBIYÊN WÊ
Çekdar, Filîmên Dîrokî û yên romantik temaşe dike. Ji aliyê derûnî ve xwe zindî dihêle. Ew ji jiyana bê ked hes nake û dibêje divê ku hinek zehmetî di jiyanê de hebin, ji bo ku tiştên nû bên afirandin. "Hevaleke ji min re digot, tu di kevir de jiyan çê dikî. Le dema ku derfet nebin ez hin bêhtir dixwazim ku jiyanê biafrînim. Ji ber ku ev çiya te fêrî her tiştî dike. Li malê jina ku nikaribû tiştek çê bike, niha dikare her tiştî çêbike. Ez ji Perwerdeyê pir hes dikim. Ez ji xwendinê pir hes dikim. Ez ji fêkî û sebze komkirinê pir hes dikim. Dema ku ez diçim bixwe kom dikim, ez tama wê hin baştir digrim. Ez ji pîrtok xwendin, paste çêkirin û muzîk guhdarkirinê pir hes dikim. Ez ji Zimanê Kurdî û soranî pir hes dikim. Ez ji dengbêjî jî pir hes dikim."
DIVÊ JIN SERÊ XWE NETEWÎNE
Endamê PAJK’ê Zelal Çekdar demek di nav milet de bi pirsgirêkên malbatî re jî eleqedar dibe. Ew pirsgirêkan du alî dest digre û çareseriyê di şêwazên encam gir de dibîne. "Ji sedî not û neh pirsgirêkên civakî bingehê xwe ji zilam digre, ji sedî yek be jî, bingehê xwe ji jin digre. Lê dîsa jî, ez yek alî bi dest nagrim. Pir tişt bingehê xwe ji desthilatdariya zilam digre, lê dîsa jî yek alî nîne. Ger ku jin serî li ber zilam bitewîne, bêhtir desthilatdariya zilam zêde dibe. Ez bi paradîgmaya rêbertî ya Azadiya Jin bawerim. Tevgera jin di civakê de pir guhertin çekiriye. Tevgera Jin êdî cîhan hemû dizane ku em kîne û armanca me çiye" dibêje û axavtina xwe diqedîne.