Kuştina Remziye çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn

Di doza Remziye Bor de ku li Wanê ji aliyê polîsan ve hate kuştin, Serdozgeriya Komarê ya Wanê û Dadgeriya Ceza ya Sûlhê dosya bi rengekî ku cih nedin lêpirsînê, girtin. Xizmên Bor jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan.

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li taxa Xaçortê di dema serdegirtina 19'ê Nîsana 2016'an de polîsên Tirk gule berdabûn Remziye Bor a 27 salî, ew bi giranî birîndar kiribûn û Bor li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Di îdîanameya Serdozgeriya Komarê ya Wanê de hate gotin, "Pêwîstî bi lêpirsînê nîne" û bi vî rengî dosya têkildarî lêpirsîna polîsê kujer girt.

Têkildarî dosyayê ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê û Dadgeriya Ceza ya Sûlkê weke 'dosya dubarebûyî' girtin, di rewşa heyî de eşkere bû ku li mala ku Remziye Bor lê hate kuştin ti lêkolîn nehatiye kirin, parêzer tevlî keşfê nehatine kirin. Nehat tespîtkirin ku Remziye Bor bi fîşeka kîjan çekê hatiy ekuştin û cûreyê wê çekê çi ye. Dozgerî ji bo dosyayê binixumîne bi gotina 'Mirina ji ber çalakiya rêxistinê' ser bûyerê girt. Li ser çekên kesên tevlî operasyonê bûn lêkolîneke balîstîk jî nehate kirin. Bi vî rengî Serdozgeriya Komarê ya Wanê dosya bi temamî girt.

Xizm û parêzerên Remziye Bor ku encam ji têkoşîna hiqûqî ya 5 salan nekarîn bigirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.

BÛYERA KUŞTINÊ DINIXUMÎNIN

Ji parêzerên malbata Bor Veysî Guneş li ser mijarê agahî da û diyar kir ku dîroka 40 salên dawî ya Tirkiyeyê dîroka kuştinên kiryar diyar e. Guneş anî ziman ku Bor bi encama polîtîkaya kuştina bi rêk û pêk, Bor jî bi kiryar diyar hate kuştin û got, "5 salên dawî ji bo ronîkirin û lêpirsîna vê komkujiyê em têkoşîna hiqûqî dimeşînin, lê belê heta niha em nekarî bi pêş ve biçin. Mixabin dozgerî û hêzên ewlekariyê lêpirsînê dinixumînin."

'DIBE SEDEMA KOMKUJIYÊN NÛ'

Parêzer Veysî Guneş diyar kir ku çend salên dawî bi sedan jin û zarok ji ber ku di nava şer de man û tedbîr nehatin girtin jiyana xwe ji dest dan û got, "Ji bo bûyera kuştina Remziye Bor neyê nixumandin çi ji destê me bê em ê bikin. Ji ber ku Dadgeriya Ceza ya Sûlhê jî bi hinceta lêpirsîna dubarebûyî dosya girt, ji ber binpêkirina mafê jiyanê em ê bi rengekî şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin."

Veysî Guneş ragihand ku divê bûyerên bi vî rengî yên kuştinê bên ronîkirin, ji bo vê jî ew li benda piştgiriya civata hiqûqê ne û got, "Kuştina Remziye Bor divê weke kuştineke kiryar nediyar nemîne. Mekanîzmayên heyî yên dewletê û hêzên ewlekariyê bi ronînekirina sedema rastî ya kuştina mirovan, dibin sedema rûdana komkujiyên ji niha û pê ve."