Koordînasyona Jinan a HDP’ê, rojnameya Star protesto kir

Koordînasyona Jinan a HDP’ê, rojnameya Star a Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi manşeteke cinsiyetperest kir hedef protesto kir.

Koordînasyona Jinan a HDP’ê, rojnameya Star a Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi manşeteke cinsiyetperest kir hedef protesto kir.

Jinên li Qada Galatasaray kom bûn bi pankart û dirûşman ber bi Qada Tunel ve meşiyan. Di çalakiyê de destpêkê Hevseroka HDP’a Bajêr Ayşe Erdem axivî. Erdem diyar kir ku êrîş li hember polîtîkaya azadîxwaz a jinê ya HDP’ê, azadiya jinan û tevayî jinên HDP’yî pêk hatiye.

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Beycan Taşkiran a daxuyaniya çapemeniyê xwend got ku wek jinên HDP'yî zîhniyeta bi serweriya zilam, zimanê şîdet û heqaretê hemû jinan dike hedef şermezar dikin. Taşkiran di dawiya axaftina xwe de ev bang li jinan kir: “Li hember vê zîhniyeta tarî ya hewl dide jinan bêzar bike, em bang li tevayî jinan dikin ku xwedî li Yuksekdag derkevin û têkoşîna jinan hê zêdetir bilind bikin.”