Kongra Star peyama berxwedanê da: Jina Kurd wê teslîm nebe

Kongra Star a nerazîbûneke tund nîşanî êrîşa li Îzmîr a li ser HDP’ê da û got: “Jinên Kurd li ber faşîzmê qet û qet teslîm nabe.” peyama berxwedanê da.

“Êrîşa faşîst ku bi plan li hember avahiya HDP’ê hate kirin û di encamê de Denîz Poyraz hate qetilkirin, bi tundî şermezar dikin. Em dizanin ku ew hêza li piştî vê êrişê û hêza piştî êrîşa li ser Helincê yek in.

Rejîma AKP-MHP’ê ji bo ku bikare şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyê ku di pêşengiya jinê de çêbûye ji holê rake bi hemû rengî êrîş pêk anî, bi heman rengî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî bi rêbazên qetlîam û komkujî ve dixwaze hebûna xwe berdewam bike. Êrîşa ku îro li hember avahiya HDP’ê ya bajarê Îzmîrê pêk hat ku di encam de Denîz Poyraz bi awayekî hovane hate qetilkirin bûyereke ku ji rêzê ye. Di demeke ku doza tolhildanê ku bi navê Kobanê tê dîtin û li hember HDP’ê jî doza girtinê hatiye vekirin de, bi êrişeke wisa dixwazin peyamek bidin gelê Kurd û hêzên demokratîk.

Kesê ku Denîz Poyraz qetil kir di demên borî de di nav çeteyên Bakur û Rojhilatê Suriyê de perwerde dîtiye û li vir wek dijminê jinan û gelê Kurd hatiye perwerdekirin. Ev kes ne bi tenê ye. Kesên mîna wî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî komkujiyam dikin, jinan dikin kole, li benda fermana disekinin ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê komkujiyan pêk bînin. Armanca êrîşa li dîjî avahiya HDP’ê jî li gorî vê yekê hatiye kirin. Dewleta Tirk a faşîst bi van êrîşan dixwaze peyamnekê bide gelê Kurd, jinan û hêzên demokrat.

Lê divê faşîzma AKP-MHP’ê baş zanibe hemî gelê Kurd û di serî de jinên Kurd li dijî êrîş û komkujiyan wê serî hildin û wê têkoşîna azadiya xwe bidomînin. Bi wan êrişan tê nîşandan ku çete ketiye tengasiyê. Divê em dawî li wan bînin têkoşîna xwe bilind bikin. Jin ne tenê li Kobanê li Îzmîrê jî wê her derê li dijî faşîzmê serî hildin û tu caran teslîm nabin.

Em di van rojan de yekemîn salvegera komkujiya Helincê pêşwaz dikin. Em li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker biryara xwe ya têkoşînê bilind dikin. Em wek Kongreya Star berxwedana bi pêşengtiya jinan tê kirin silav dikin.”