Kongreya Star ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name şand

Koordînasyona Kongreya Star ya Rojava bi armanca zelalkirina rewşa tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rêxistinên jinan ên navnetewî û rêxistinên civaka sivîl re name şand.

Di nameyê de hate gotin ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan were azadkirin, divê rêxistinên civakî, antîkapîtalîst û bi taybet rêxistinên jinan li dijî sûc û binpêkirinên li girtîgehan bikevin tevgerê û têkoşîna xwe bilind bikin.

Nameya Kongreya Star a Rojava wiha ye:

“Em bi boneya xemên xwe yên cidî ya di derbarê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan de ji we re dinivîsin. Weke ku tê zanîn Rêzdar Abullah Ocalan ku ev zêdeyî 50 sal in ji bo aşitî, demokrasî û azadiya jinan têdikoşe. Roja 15'ê Sibata 1999’an de di çarçoveya komployeke navnetewî de hate dîlgirtin. Ji dema girtinê ve ew di bin îşkenceya tecrîdê de ye.

Tecrîda ku li ser Rêber Ocalan tê meşandin şerekî taybet e ku hewl didin bi rêya wî şerî îradeya gelê Kurd bişkînin. Şert û mercên nemirovane yên ku li girtîgeha Îmraliyê tên meşandin, qanûnên Tirkiyê û qanûnên navneteweyî binpê dike.

Daxwazên parêzeran yên ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, her tim ji ber sedemên neqanûnî tên redkirin. Hevdîtina dawîn a parêzer û muwekîl a li Girtîgeha Îmraliyê bi rêzdar Ocalan re di 7'ê Tebaxa 2019’an de pêk hat. Ji wê demê û pê ve ti hevdîtin çênebûn û rewşa Rêzdar Abdullah Ocalan nayê zanîn.

Di paşerojê de, di derbarê rewşa Rêzdar Abdullah Ocalan de provokasyonên dewleta Tirk hebûn ku fikarên di derbarê rewşa Rêzdar Abdullah Ocalan de ava dikirin. Wekî di Adara 2007`an de, guman ew bû ku ew hatiye jehrkirin. Di sala 2020’an de, dema ku li Girtîgeha Îmraliyê şewatek derket, rewşa wî ne diyar bû. Di 14’ê Adara 2021’an de li ser hesabên medyaya dîjîtal yên Tirkan ên nenas îdîa li ser rewşa tendirustiya Rêzdar Abdullah Ocalan hatin kirin.

Piştî daxuyaniya parêzerên wî, gelê Kurd ji duh ve li kolanan e û doza zelalkirina rewşa wî û serbest berdana wî dikin. Em jî wekî rêxistina jinên kurd û jinên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji rewşa rêzdar Abdullah Ocalan jî bi fikar in. Heya ku di derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de zelaliyek dernekeve hole, gelê Kurd nikare bi aramî jiyan bike. Rewşa tenduristiya wî bi rewşa tevahiya gelê Kurd re têkildar e. Ewlehiya civakê bi ewlehiya rêberê wan tê pênasekirin. Dewleta Tirk her ku dixwaze bi hestê mirovan bilîze, tirs û xofê di nav civakê de belav bike, êrişên bi vî awayî li dijî gelê Kurd pêk tîne.

Rêzdar Abdullah Ocalan ji bo mafên gelên bindest, ji bo mafên jinan têkoşîn dike û tekoşîna xwe li girava Îmraliyê berdewam dike. Me weke jinên ji Rojava û jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji felsefe û bîrdoziya Rêzdar Abdullah Ocalan îlham, zanist û hêz wergirtiye û werdigirin. Bi vê zanist û hêzê me li vir dest bi şoreşa jinan kir û ji bo mafên jinan gavên mezin avêtin.

Çawa ku Rêzdar Abdullah Ocalan her gav ji bo mafên jinan têkoşîn kiriye, divê em jî wek jin xwedî li Rêzdar Ocalan derkevin. Em bang li hemû rêxistinên civakî, antîkapîtalîst û nemaze yên jinan dikin ku li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê biaxivin û bikevin tevgerê. Ji bo ku zextê li saziyên berpirsiyar bikin da ku ew berpirsyariya xwe bi cîh bînin.

Em di derbarê rewşa tenduristî ya Rêzdar Abdullah Ocalan de zelalbûnê dixwazin. Divê siyaseta tecrîdê bi dawî bibe. Divê Serokê gelê Kurd were berdan.”