Kongreya Meclîsa Jinê ya Rozerîn

Li bajarê Elmanya Dortmûndê, Meclîsa Jinê ya Rozerîn kongreya xwe lidar xist.

Li bajarê Elmanya Dortmûndê, Meclîsa Jinê ya Rozerîn kongreya xwe lidar xist. Kongre bi beşdariya 150 delegeyan, di şexsê Asya û Pakîze Nayir de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên berxwedana xwerêveberiyê destpê kir.

Piştî hilbijartina dîwanê, li ser navê TJK-E axaftin hat kirin û rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin.

Dûre rapora karê salekê hat xwendin û nirxandin. Paşê meclîsa ji 48 kesan hat hilbijartin û komîsyonên rêxistinbûyîn, karên derve, civakê, jinên ciwan, çand, malbatên şehîdan, bawerî û perwerdeyê hatin avakirin.

Ji bo berdevkiya meclîsê jî Cennet, Gulnaz û Fatma hatin hilbijartin.

Piştî bidawîbûna kongreyê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.