Kongra-Starê bang li jinan kir

Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remziye Mihemed bang li jinan kir ku bila dakevin qadan.

Pîrozbahiyen 8’ê Adarê yên ku di 6’ê Adarê de li bajarê Qamişlo dest pê kiribû, îro li hemû bajaran didome.

Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remziye Mihemed ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku wê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê diyarî Şehîd Hebûn, Şehîd Zehra, Şehîd Yadê Emîne, Şehîd Leyla Agirî, Şehîd Seda, Şehîd Hind, Şehîd Yadê Nazliyê û hemû şehîdên azadiyê yên jin bikin.

Remziye Mihemed diyar kir ku wê 8’ê Adarê bibe cejna hemû jinên ber bi azadiyê ve dimeşin û got, “Tevgera jinan bi salan têkoşîneke mezin dide. Ji bo pêkanîna hebûn, maf û azadiya jinan, ji bo sekinandina êrîş û şîddetê û berxwedana li hemberî dagirkeriyê têkoşîneke bênavber heye. Em 8’ê Adarê wekî cejna jinan û serhildana li hemberî dagirkeriyê pîroz dikin.”

Mihemed diyar kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav şer û parastina civakî de cihê xwe digirin û ji perwerdehiyê bigire heta aboriyê tevlî qadan dibe û got, “Me li dijî DAÎŞ’ê şer kir û em bi ser ketin. Em li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker disekinin. Têkoşîna azadiyê ya jinan bênavber didome.”

Mihemed bal kişand ser vî tiştî ku di sala 2020’an de pêngava ‘Na ji dagirkerî û qetlîamê em ê jin û jiyanê biparêzin’ wê piştî 8’ê Adarê derbasî qonaxeke din bikin û wê ev pêngav heta sala 2022’an bidome. Mihemed got ku, “Ji bo em li dijî dagirkerî û şîddetê rabin, em bang li hemû jinan dikin. Di 8’ê Adarê de em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em xwedî li destkeftiyên şoreşê, şehîdên qehreman û têkoşer derkevin. Di 8’ê Adarê de em hemû jinan vedixwînin qadan.”