Kongra Star: Êrîşa li dijî Zelal Zagrosê bi destê MÎT’ê hatiye kirin

Kongra Starê ragihand ku şehîdkirina Zelal Zagros (Firyal Xalid) polîtîkbû û got: "Eşkere ye ku ev êrîş bi destê MÎT'a Tirk hatiye kirin. Em banga mezinkirina têkoşînê dikin."

Koordînasyona Kongra Starê têkildarî şehîdkirina Zelal Zagros a li Kerkûkê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin:

Endama rêveberiya me ya Kongra Star Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) bi armanca rêxistinên jinan bibîne, hevdîtinan bike û ji pirsgirêkên jinan re çareseriyeke hevpar bi pêş bixe, çûbû Kerkûkê. Dema li Kerkûkê bû, hat qetilkirin.

Êrîşa li hember hevrêya me Feryal, ne ji stratejiya êrîşa li ser endama Navenda Jineolojiyê Nagehan Akarsel a li Silêmaniyê, careke din êrîşên li Fransayê ya li ser Sakîne, Ronahî, Rojbîn û Evîn Goyî qut in. Hişmendiya zilamê desthilatdar a faşîst, di tevahî dîrokê de li hemberî jinên ji bo azadiyê tê dikoşin û li ber xwe didin, bi awayekî bi rêk û pêk stratêjiyeke êrîşê ya wisa bi pêş xistiye û jiyanî kirine. Wekî berê jî diyar bûyî, aşkera ye ku MÎT’a Tirk li pişt van êrîşan e. Armanc ew e ku her kesê/a ku li Kurdistanê li dijî şerê qirêjî li ber xwe dide, bikin hedef û qetil bikin. Armancgirtina jinên li ber xwe didin, navenda vê siyaseta qirêjî ye.

'DI AVAKIRINA CIVAKA EXLAQÎ Û SÎYASÎ DE XWEDÎ ROLEK GIRÎNG BÛ’

Hevrêya me Feryal di sala 1975'an de li Amûdê ji dayik bûye. Di salên 1990'î de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir û di sala 1993'yan beşdarî tevgera azadiyê bû. Ji vê dîrokê ve di gelek qadan de bi awayekî serkeftî kar û xebat meşandin. Di van 31 salên xwe yên têkoşînê de di serî de li Rojava, Ermenistan û Şamê, tenê ne ji bo jin û gelê Kurd, ji bo tevahî jin û gelên bindest kar û xebat  meşandin. Bi taybet li Bakur, Başûr, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî bêaman kar û xebatên rêxistina jinan û gelê heremê kiriye û li van deran kedeke bêhempa meşandin. Ji bo di nav jinên Ereb, Suryan, Kurd û Êzidî de neteweya demokratîk û rêveberiya xweser bide rûniştandin, li ser bingeha wekhevî û azadiyê, avakirina civaka exlaqî û polîtîk xwedî roleke gelekî girîng bû.

‘EM Ê ÇALAKIYÊN XWE BILEZÎNIN’

Kongra Starê ev yek jî anîn ziman:

Em careke din dibêjin; êrîşa li hember hevrêya me Feryal polîtîk e. Di encama siyaseta qirkirinê de ev qetlîam pêk tên. Çawa ku ev êrîş tu carî nikarin gav li me bi paş de bidin avêtin, ev êrîş tirsa li hemberî jinên xwe birêxistin dike û zana dibin jî nîşan dide. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin, bi armanc û hedefên wan ve girêdayî bimînin. Em ê lez bidin kar û xebatên xwe yên şoreşa jinan ên li Kurdistanê û bi awayekî bilez li tevahî cîhanê belav bikin.

Ji bo ku ev êrîş û êrîşên wekî vê di tarîtiyê de nemînin, em bang li  hemû jinan, gelê xwe yê welatparêz, kedkar, gelên şoreşger û dostên xwe dikin ku tê bikoşin. Em bang li hikumeta Iraqê jî dikin ku ji bo faîl û qatil aşkera bibin, werin girtin û hesab ji wan bê xwestin, bi berpirsyarî tev bigere. Ger ev êrîş neyên zelalkirin, ev tê wê wateyê ku hikumeta Iraqê jî hevkarê van êrîşan e.”