Konferansa “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê” ya li Moskowê bi dawî bû
Konferansa li Moskow a bi mijara “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê” bi dawî bû. Di konferansê de li ser berxwedana jinan hate rawestandin, qetlîamên li Bakurê Kurdistanê hatin bidestgirtin.
Konferansa li Moskow a bi mijara “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê” bi dawî bû. Di konferansê de li ser berxwedana jinan hate rawestandin, qetlîamên li Bakurê Kurdistanê hatin bidestgirtin.
Delegasyona Jinên Kurd a li paytexta Federasyona Rûsya ya Moskowê bi mijara “Li dijî DAIŞ’ê têkoşîna jinan û têkoşîna ji bo gelê xwe didin” konferansa çapemeniyê li dar xistin.
Delegasyona Jinên Kurd ku bi armanca rêzehevdîtin û tevlîbûna konferansê li Moskowê ye, destpêkê li salona konferansê ya ajansa nûçeya a Rûs a Novosti konferansek çapemeniyê li dar xist. Konferans bi tevlîbûna Tevgera Jinên Kurd a Rûsya û ji Partiya Rûsya a Adil hin parlamenteran pêk hat. Di konferansê de wek axaftvan Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Taşdemîr, Endama Kongreya Jinên Rojava Maîke Nack, Jina Ezîdî ya ku xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar kir Ekhlas Bajoo, Endama Konseya Rêveberiya KJK’ê Çinar Tolhildan, Seroka Rexistina Jinên Kurd a Rûsyayê Khatun Îsoyan û Parlamenterê Partiya Adil Rusyayê Dmîtrî Zakharov beşdar bûn. Di konferansê de rewşenbîr jî amade bûn.
ZAKHAROV: LI KURDISTANÊ LI HEMBER GELÊ SIVÎL ŞER HAT DESTPÊKIRIN
Axaftina yekem a konferansê ji aliyê Parlamentera Rûsyaya Adil Dmîrtî Zakharov hate kirin. Zakharov di axaftina xwe bal kişand ku bûyerên li Kurdistanê divê ji civakê neyê veşartin, got: “Bê ka Tirkiye çawa alîkariyê dide çeteyên DAIŞ’ê êdî bûye rastiyeke ku ji aliyê tevahî raya giştî ya cîhanê tê zanîn. Ji bo em balê bikşînin ser zextên Tirkiye yên li ser gelan em li vir kom bûne. Bi taybet têkîldarî polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ku li ser Bakurê Kurdistanê pêk tîne agahiyên ne rast hene. Divê bê hiqûqtiya li bajarê Kurdan li hember gelê sivîl tê bikaranîn ji aliyê tevahî cîhanê bê zanîn.”
TAŞDEMÎR: GELEK ZAROK HATIN QETILKIRIN
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdemîr jî ev nirxandin kir:
“Niha li Bakurê Kurdistanê pêvajoyek pir girîng tê jiyîn. Divê em kiryarên li wir bibînin. Kurd her tim alîgirên aştiyê ne. Lê, em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku yên li Tirkiyeyê polîtîkayên AKP’ê rexne dikin an tên girtin an jî di nav civakê de tên teşhîrkirin. Nihal i Tirkiyeyê gelek rojnamevan, akademîsyen, hevşaredar û xebatkarên partiya me hatine girtin. Li Tirkiyeyê her tişt wek gotina rejîmê dibe. Ango rejîm wek amûrekî zextê bi kar tîne. Kurd ji rejîmeke dîktatorî zêdetir, Tirkiyeyek demokratîk û atmosfereke ku tevahî gel wekhev in dixwazin. Niha li Bakurê Kurdistanê gelek bajar hatine dorpêçkirin. Her çiqasî dewleta Tirk bêje li van bajaran ‘pirsgirêka Kurd nîne’ jî qewimîn vê piştrast nakin.
Bi tank û topan li jiyangehên sivîl didin. Bûyerên li Bakurê Kurdistanê pêvajoya Kobanê tîne bîra mirov. Duh di encama topbarana ji tankan a li Silopiyayê di malekê de jinek û zarokek hatin qetilkirin. Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk nêzî 600 sivîlî qetil kir. Ji van 97 zarok û 96 jî jin in. Ji ber cenazeyên gelek sivîlan hatin şewitandin jî nasnameyên wan nikarin bên teşxîskirin.
Niha ji sedî 97’ê Cizîrê hatiye hilweşandin. Li taxên ku xweseriya demokratîk nehatine îlankirin jî malên xirabûyî hene. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk bi awayekî zanebûn jiyangehên Kurd hedef digire.
‘KURD TÊKOŞÎNA XWE PÊŞ DIXIN’
Pêvajoya diyalog û muzakere ya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya bingehîn a vê pirsgirêkê pêş xistiye ji aliyê AKP’ê hate valaderxistin. Di vê pêvajoyê de ji bo çareserî pêş nekeve çi ji destê AKP’ê hatiye kiriye. Partiya me HDP’e jî ji bo bi tendurist meşandina pêvajoyê çi ketiye ser milên wê kiriye. 7’ê Hezîranê jî gelê me ev helwesta me pejirandiye û piştgirî daye. Ji ber vê jî partiya me her carê hatiye hedefgirtin. Gelek rêveberên me yên partiyê niha girtî ne. Der heqê tevahî parlamenterên me de jî niha li TBMM’yê fezleke hene. Naxwazin li derve Kurd bên nasîn, naxwazin di hundir de jî Kurd bibin xwedî statu. ..
Li Tirkiyeyê bi taybet aktîvîstên jin tên hedefgirtin. Li Silopiyayê 3 hevalên me yên jin bi hovîtî hatin qetilkirin. Bi bedena jinên me yên hatine qetilkirin ve dilîzin. Bi vê ve dixwazin bersivê bidin civak û jinan. Hewl didin ruhê berxwedanê yê jinê di tevahî beşên civakê de bipelçiqînin. Rêxistinbûyina KJA’yê li Bakurê Kurdistanê jî gelekî aktîf e. Ji ber vê jî di bin zextan de ye. Tevî hemû zextan jî wê jin ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
JINA JI DEST DAIŞ’Ê REVIYA VEGOT
Jina Êzidî Ekhlas Bajoo ku demek dirêj di dest DAIŞ’ê de ma û li ber çavên wê bav û hevserê wê bi jêkirina qirikê hatin qetilkirin, bûyerên jiyaye wiha vegot: “Ez ji bo drama ku jinên Êzîdî jiyana bi we re parve bikim li vir im. Çeteyên DAIŞ’ê ketin Şengal û gundên wê, tevahî zilam kuştin. Ti tiştekî me bikira tinebû. Tenê rev hebû û em jî ji gundê Tilkasib derketin. Piştre çeteyên DAIŞ’ê derdora me girtin. Mêr li cihekî cuda kom kirin, ji wan re gotin ji dînê xwe veqetin. Ji ber wan jî ev qebûl nekirin, bi gulebaranê hatin kuştin. Bav û xizmên min jî di nav wan de bûn. Me jin û zarokan jî birin cihekî din. Li wir jî jinên kal ji ve veqetandin. Zarok ji bo kuştina mirovan perwerde dikirin. Piştre jinên ciwan jî birin. Hin birin Sûriye hin jî Mûsilê. Li wir mûameleyên ne baş bi wan dikirin. Vegotina van tehdeyiyê l imin dike. Me bûyerên ewqasî ne baş jiya ku vegotina gelekî zehmet e. Cilên bûka li keçên ciwan dikirin û digotin ‘êdî hûn jinên me ne’. Mêr kuştin. Jin firotin. Zarok jî ji bo kuştina mirovan perwerde kirin. Hê zarokên bi çûk in, çi ji vê fêm dikin… Li ber çavên min qirika bavê min qut kirin. Ez bang li her kesên ku dengê min dibihîze dikim ku xwedî li Êzîdiyan derkevin.”
NACK: DEMOKRATÎK KONFEDERALÎZM DIKARE KRÎZÊ ÇARESER BIKE
Endama Kongreya Jinan a Rojava Maîke Nack jî wiha got: “Ez bi eslê xwe Elman im, ji salekê zêdetir li Rojava mam. Niha endamek Kongreya Jinan a Rojava me. Me heta niha ev qetlîam û nêzîkatiyên li beranberî jinan qebûl nekirin û ez tevahî hevalên xwe yên di vê oxirê de bi têkoşînê gihiştine şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînim. Em wek Kongreya Jinan a Rojava bawer dikin ku çareseriya krîza Rojhilata Navîn di konfederalîzma demokratîk de ye. Bi vê sîstemê ve ji qadên civakê mirov û gel dikarin di nav aştiyê di çarçoveya pîvanên demokratîk de bi hev re bijîn.”
Nack got “Li Rojava jin di her qadê de têdikoşin” wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê jî ji Rojava gelek şexsiyetên mezin derketin. Yek ji van jî Arîn Mîrkan e. Hevala me Arîn bi berxwedana bi rûmet a li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bû sembola berxwedana bi rûmet.”
TOLHILDAN: KURD WÊ LI BAKURÊ KURDISTANÊ BI SER KEVIN
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çinar Tolhildan jî ev diyar kirin:
“Ev salan li Rojhilata Navîn wê wek salên reş derbasî dîroka mirovahiyê bibin. Bi taybet jî divê terora ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê dike ji aliyê tevahî mirovahiyê bê dîtin û bê teşhîrkirin. Yê li hember DAIŞ’ê têkoşîna herî mezin dimeşîne gelê Kurd e. Bi taybet jî jina Kurd xwe li her aliyê civakê bi rêxistin kiriye, ev îrade nîşan daye û serkeftina di vir de jî ew bi hêz kirine.
Jinên ku bi Tevgera Azadiya Kurd re di her qadê jiyanê de derfetên xwerêxistinkirinê dîtine îro ji bo ji nû ve avakirina jiyanê têdikoşin. Ev têkoşina jiyanê ya jinan ne tenê ji bo wan in; wê tevahî herêmê rizgar bike. Tevgera jinê ya Kurd a bi zanebûn û hêstiyarbûna jinê ve pêş dikeve, ji jinên cihanê re dibe îlham. Ji bo civak hê azadtir hê pêşverûtir û hê demokratîktir bibe cihê jinê pir girîng e. Ji ber vê jî divê mirov têkoşîna jinên Kurd a li hember DAIŞ’ê baş fêm bike. Ev berxwedan ne tenê ji bo parastina axek reş e, di heman demê de ji bo pratîzekirina îdeolojî û felsefeya jiyana azad e. Jin li Rojava, Şengal, Kerkûk û niha jî li Bakurê Kurdistanê di nav têkoşînek aktîf de ne.
Ev têkoşîna li dijî polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê pêş xistiye ji bo me gelekî girîng e. AKP û Erdogan ji bo Kurdan bi dawî bike bi çeteyên DAIŞ’ê re di nav hevkariyekê de ne. Her çawa Kurdan li Kobanê çeteyên DAIŞ’ê têk birin, wê wisa li Bakurê Kurdistanê jî bikin.