Konferansa jinan dest pê kir

Konferansa jinan dest pê kir

Konferansa bi mijara "Polîtîkayên civakî yên li ser jinan" a ji aliyê Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) tê organîzekirin û 2 roj berdewam bike, dest pê kir.

Konferansa bi mijara "Polîtîkayên civakî yên li ser jinan" a ji aliyê Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) te organîzekirin û 2 roj berdewam bike li avahiya rexistina BDP'ê a Amedê dest pê kir.

Di salona konferansa ku ji bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê nezîkê 250 delgê tevlî bûn de pankartên wek "Dê di jiyana civakî de şorêş bi azadiya jinan pêk bê", "Bîlançoya qirkirina jinan, zewicandina jinan ya bi temenê biçûk, pirzewacî, binpêkirina mafê perwerdeyê, cînayet, fuhûş, tecawiz, sûnnet, ensest, recm", "Çareserî bi tekoşîna zayendê ya radîkal" û "Azadiya Ocalan û statuya gele Kurd dê bi pêşengiya jinê pêk bê" hatin daliqandin. Konferans piştî peşkêşkirina xebatên saziyên jinan a bi sînevîzyonê hate nîşandin û deqeyêk rêzgirtinê dest pê kir.

Konferans, piştî hilbijartina dîwanê, mijarên pevajoya siyasî û polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî jinan, pirsgirêka kurd hate nîqaşkirin. Di nîqaşên k udi konferansê de ji aliyê delegeyan ve hate nîqaşkirinde her wiha hate gotin ku ji bo piştevahiya jinê bi hêztir bibe û bi hişmendiya zayendê civakeke polîtîk û ahlaqî bê afirandin divê têkoşîn bê dayîn. Konferansa ji çapameniyê re girtî hate meşandin sibê dê polîtîkaên bi nêrîna jinê li dijî zihniyeta serdest ya mêr û çareseriya li hemberî şîdeta li ser jinê dê bê nîqaşkirin.