Konca û Kuçukkkeleş bi Darleûx re civiyan

Parlemetera HDP’ê Besîme Koçca û endama MYK’ê Çîlem Kuçukkeleş bi Sekretera Netewî ya Partiya Çep a Fansî Corînne Morel Darleûx re li Parîsê civiyan.

Parlemetera HDP’ê Besîme Koçca û Parlemetera Dema 25’emîn a HDP’ê û endama MYK’ê Çîlem Kuçukkeleş bi Sekretera Netewî ya Partiya Çep a Fansî û Hilbijêra Herêmê Corînne Morel Darleûx re li paytexta Fransa Parîsê civiyan. Di hevdîtinê de li ser mijarên bernameya HDP’ê, dîsa hedef û encamameya Jinên HDP’ê û xebatên wê nirxandin hatin kirin. Her wiha Konca li gel Televîzyon û Radyoya Franceînfoyê jî hevpeyvînek pêk anî.

Di hevdîtina li gel Corînne Morel Darleûx hate kirin, Konca û Kuçukkeleş di derbarê encamnameya Jinên HDP’yî û xebatên jinê de agahî parvekir, têkildarî Rojava jî nirxandin hate kirin. Darleûx a ji serdana xwe ya ji Rojava nû vegerayî, têkildarî çavdêriyên xwe yên li herêmê û serdanê agahî da, dîsa têkildarî parlemeterên jin ên HDP’yî û xebatên wê yên li Tirkiye û Kurdistanê agahî parvekir.

Parlemeterên jin ên HDP’yî bal kişand ser zoriyên di dema xebatê de tên kirin û diyar kir ku çiqas zorî hebe wê bi biryardarî karên xwe bikin. Parlemeterên jin ên HDP’yî û Darleûx diyar kirin ku wê di pêvajoya pêşiya me de di projeyeke hevpar de cih bigire û wê didemek kin de dîsa bicivin.

Her wiha Besîme Konca bersiva pirsên nûçegihana Corole Belîngart a yek ji televîzyon û radyoyên li pêş a Fanceînfo yê da.