Komîsyona Jinan a KNK'ê li ser bang û vexwendina Komîsyona Jinan a KNK'ê li ser Zoomê civînek pêk anî, di encama civînê de banga xwedîderketina li berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Metîna, Zap û Avaşînê kir.
Komîsyona Jinan a KNK'ê piştî civîna li ser Zoomê daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em jinên Kurd li dij dagirkerîyê bêdeng namînin. Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê li dijî dagerkerî û konseptên komkujiyê li ber xwe bidin. Em bang li hemû jinên Kurd dikin ku rastî û xeterîya mezin a li ser welatê me bibînin û li her derê bikevin nav seferberîya neteweyî.''
Daxuyaniya giştî ya Komîsyona Jinan a KNK'ê wiha ye:
''Wekî tê zanîn, dewleta Tirkîyê di roja salvegera qirkirina gelê Emenî ango roja 24.04.2021an de, li Başûrê Kurdistanê li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê, bi hemu hêz û teknika xwe êrişek berfireh da despêkirin. Niha jî, li van herêman ev êrişên devleta Tirk a li hember gel û xwezaya Kurdistanê didomin. Em baş dizanin ku ev êrişên hovane ne tenê li hember gerîlayên HPG'ê tên meşandin, ev êriş li hember tevahî destkeftiyên gelê Kurd û Kurdistanê ne. Bi taybetî jî desthilatdariya hukumeta faşîst a AKP-MHPê bi feraseta Neo-Osmanî tevdigere û dixwaze Başûrê Kurdistanê jî, dagir bike û xeyalên xwe pêk bine. 24'ê Nîsanê salvegera fermana (jenosida) li dijî gelê Ermenî ye. Di ve roje de destpêkirina êrişan ne tesadûfî ye. Peyam vekirî ye û peyama jenosîdê li dijî gelê Kurd e.
Her çiqas ev rastî vekirî li ber çavan be jî, mixabin ji hêla hinek rayedarên Hukumeta Herêma Kurdistana Başûr ve ev rastî derneketiye hişmendiyê. Daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî ya bi rengê 'Pirsgirêka Tirkiyê li gel Kurdan tune ye, lê li gel PKK heye“ tê wateya pejirandina siyaseta dewleta Tirk. Bi daxuyaniyên wisa manîpulasyon tê kirin û rastiya şerê dagirkeriya Dewleta Tirk tê veşartin.
Ev şer şerê navbera PKK û dewleta Tirk nîne. Ev şer şerê dewleta Tirk yê li dijî gelê Kurd û Kurdistanê ye. Dewleta Tirk kaosa Rojhilata Navîn û parçebûna siyaseta Kurd, ji bo xwe wek derfet dibîne û dixwaze him Başûr û him jî Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Ji niha û pê ve li Başûrê Kurdistanê zedetirî 47 barêgehên leşkerî ava kirine. Li Rojavayê jî, Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê dagirkirîye. Bi hemû erîşên leşkerî gav bi gav axa welatê me dagir dike û binesazîya jenosîda/komkujîya Kurdan a pêşerojê amade dike.
Di dîplomasiya navdewletî de jî, hemû derfetên xwe seferber kiriye da ku ji bo tunekirina Kurdan destûrê bigire. Gelek hezên navdeweletî jî, ji bo ku dewleta Tirk bikin bin kontrola xwe, çavên xwe ji vî şerê li dijî yasayên navdewletî re digrin. Li ber çavê cîhanê vezîre şer ê Tirk Hulusî Akar derbasî axa başûrê Kurdistanê bû û li vir di barêgeha leşekerî ya Tirk de şer koordîne kir. Bi awayekî pir zelal peyamanên navdewletî bin pêkir. Halbû ku Başûrê Kurdistanê wek herêmeke federe ya giredayî Iraqê ye.
Em jinên Kurd li dij dagirkerîyê bêdeng namînin. Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê li dijî dagerkerî û konseptên komkujiyê li ber xwe bidin. Em bang li hemû jinên Kurd dikin ku rastî û xeterîya mezin a li ser welatê me bibînin û li her derê bikevin nav seferberîya neteweyî. Bi taybet em banga jinên Kurd yên li derveyê welêt dikin, bi riya sîyaset, çalakî û dîplomasiyê pêşî xeteriya mezin bigrin.
Banga me ji bo hemû partiyên siyasî, rexistin, sazî û nîştimanperwerên Kurd ew e ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û metînger helwestê nişan bidin. ''