Komîsyona Jinan a KNK’ê ji bo Stoltenberg nameyek vekirî da

Komîsyona Jinan a KNK’ê ji bo Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg re name nivîsand.

Komîsyona Jinan a KNK’ê, li ser navê jinên Kurd têkildarî dagirkeriya li Kurdistan û ji bo rawestandina şerê li ser gelê Kurd û jinan ji Sekreretê giştî yê NATO Jens Stolenberg re name nivîsand.

Name wiha ye:

“Sedemê destpêkirina kampanya îzmeyan, 24’ê Nîsana 2021’ê yanî di salvegera Qirkirina Ermeniyan de êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê dayî destpê kirin şermezar dikin.

Tirkiye tam di salvegera Qirkirina Ermeniyan de peyam da gelê Kurd em ê we jî di qirkirinê re derbas bikin. Weke hûn jî zanin Tirkiye 70 sal in endamê NATO’yê ye. Yek ji organîzasyonên gerdûnî ya herî mezin a cîhanê NATO ye. Hêza çareserkirina pirsgirêkan a NATO’yê heye. Dîsa erkerkî yê NATO’yê heye ku aştiyê pêk bîne û biparêze. Ji ber ku dema NATO xwe dide nasîn, dibêje ku teşfîqî nirxên demokratîk tê kirin.Diyarkiriye ku nelihevkirinan bi rêbazên aştiyane çareser dike. Lê NATO 70 sal in, li hemberî van hewldanên dagirkeriyê ya Tirkiye ku endamekî wê ye bêdeng e. Tirkiye tenê bi dagirkeriyê namîne, li cihên dagir kirî jinan qir dike. Hikûmeta AKP’ê hem li Tirkiye hem jî li derveyî sînor jinan qir dike. Di serî de li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê di serî de destavêtin, destdirêjî, talan, dizî, revandin bi rêbazên cihê jinan qir dike. Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya sala 2020’ê ya li ser Efrînê polîtîkaya qirkirinê ya jinê ya dewleta Tirk pir bi hovane  pênasekiribû. Polîtîkaya dagirkeriyê ya dewleta Tirk li dijî rêgezên NATO’yê ne û Tirkiye bi vekirî van rêgezan binpê dike. Li ser vî bingehî em jinên Kurd bang li NATO’yê dikin ku xwedî li rêgezên NATO yên ku dewleta Tirk wê bin pê dike û Tirkiye rawestînin dikin.

Ev kampanya îmzeyan a 07.05.2021’ê ji aliyê Komîsyona Jinan a KNK’ê ve didin destpêkirin. Wê 2 hefte wê ji bo îmzeyan vekirî be. Wê piştre bi îmzeyan re ji bo Sekreterê Giştî yê NATO’yê re bê şandin.”