Komîsyona Jinan a ÎHD’ê rapora ‘Xelfetiyê’ parve kir

Komîsyona Jinan a Navenda ÎHD’ê, rapora têkildarî êşkenceya li Xelfetyê  ya bi mexdûrên wê re amade kirî parve kir. Mexdûran ragihandin êşkeneceya zayendî li wan hatiye kirin.

Di 18'ê Gulanê de li Navçeya Xelfetî ya Rihayê di encama pevçûnê de 51 hatibûn binçavkirin. Kesên ku hatibûn binçavkirin bi hatibûn îşkecekirin. Her wiha jinên ku hatibûn binçavkirin jî bi îşkenceya zayendî rû bi rû hatibûn hiştin. Komisyona Jinê ya Navenda ÎHD'ê têkildarî mijarê de daxuyanî da.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî beşdar bûbû de, metna çapemeniyê ji aliyê Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen ve hat xwendin. Nurayê da zanîn ku ji aliyê Komisyona Mafên Mirovan a Baroya Rihayê raporek berfireh hatiye amadekirin û anî ziman ku îşkence hatiye piştrastkirin. Çevirmen got:"Piştî agahiyên jinên hatine binçavkirin bi îşkenceya zayendî rû bi rû hatine hiştin, me girt şûnde me derbarê vê yekê de dest bi amadekariyê kir. Em hatin Rihayê û me lêkolîn kir.

G.A: ELEKTRÎK DAN PIYÊ MIN

Çevirmen da zanîn ku jina bi navê G.A wiha gotiye:"Di roja bûyerê de bi ser mala me de girtin. Destên me girê dan û li me dan. Tehdîda tecawizê li min kirin. Em 11 rojî li TEM'ê man. Çavên min girtin. Kîs xistin serê min. Destên min ji paşiyê de kelepçe dikirin. Îşkence li min kirin. Ji bin pîjamayê min kablo derbas kirin û ceylan dan organên min ên zayendî û pêsîrên min. Piştî ku ez ji ser hişê xwe çûm şûnde vê carê elektrîk dan piyên min. Ji me re çêr kirin."

T.A: GEF LI ME XWARIN

Çevirmen anî ziman ku wan hevdîtin bi T.A jî kirine û T.A wiha gotiye:"Ez 39 salî me û 4 zarokên min hene. Dema bûyerê em ne li Xelfetiyê bûn. Em çûbûn rihayê cem gorma xwe. Gelek polîs hatin mala gorma min. Serê hevserê min li dîwêr xistin. Piştre çek dan serê keça min a 16 salî û me tehdît kirin. Ez birim TEM'ê polîsa navê wê Guler bû min ji nezaratxaneyê bir odeya ku du polîs lê bûn. Polîsan ji min re gotin teqez dostikê te heye. 4 zarokên te hene, bila yê 5'an jî ji min be. Tu dibêje çi?"

'ÊŞKENCEYA ZAYENDÎ HAT BELGEKIRIN

Çevirmen da zanîn ku G.A gotiye:"Me birin cem bijîşk. Bijîşk dema zarokê min pansuman dikir polîsan li zarokê min dixist."Çevirmen da zanîn ku êşkenceya zayendî ya li Xelfetiyê hatiye belgekirin.

Piştî daxuyaniyê Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku ew ê belgeyan bişînin Saziyên Mafên Mirovan û Konseya Ewropayê.