Komele û jin xwedî li Peymana Stenbolê derketin

Komele, baro û jinên ku bertek nîşanî fesihkirina Peymana Stenbolê dayîn, ji bo biryara desthilata AKP-MHP’ê gotin “Tu hukmekî wê tune."

Gelek bertek ji komele û rêxistinên civaka sivîl ji bo xwe vekêşana Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê ya bi Biryarnameya Serokkomariya Tirk hatin.

TJA: EM DEV JÊ BERNADIN!

Tevgera Jinên Azad a ku dibêje; “Tu devjê berdî jî em dev jê bernadin; Peymana Stenbolê dide jiyankirin” got, "Tevî ku peymana di 1’ê Tebaxa 2014’an de ket meriyetê, yekemîn peymana Ewropî bû ku şîdeta li dijî jin û zarokan û şîdeta nav malbatê dikir armanc, ew carî bi rêk û pêk nehat pêkanîn.”

Di daxuyaniyê de hate teqezkirin, “Dijminên jinan tu pêkanînan nas nake”, û wiha gotin, “Em carek din xwedî li Peymana Stenbolê derdikevin û bang li hemû jinan dikin ku li dijî biryara dijminê jinan derbikevin qadan.”

BAROYA AMEDÊ: TU HUKMEKÎ WÊ TUNE

Baroya Amedê ya Navenda Mafên Jinan bi daxuyaniyekê bertek nîşanî biryara Serokkomar a di derbarê Peymana Stenbolê de da. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku biryar bi hiqûqî tu hukmekî wê tune û gotin, “Peymana Stenbolê ji bo mafê jinan ê jiyanê û rêgezên hiqûqê yên gerdûnê, ewlekariya hiqûqê, mafên mirovan û demokrasiyê dev jê nayê berdan.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku Peymana Stenbolê ne bi biryara Serokkomar, tenê bi biryara TBMM’ê dikare dev jê were berdan.

ÎHD: LI PIŞTA PEYMANÊ TÊKOŞÎNA JINÊ HEYE

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî vêkêşana Tirkiyê ya ji peymanê dan. ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku peyman bi gelek berdêlan hatiye îmzekirin û li pişta Peymana Stenbolê têkoşînek mezin a rizgarkirinê ya jinê heye.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat teqezkirin, “Em qebûl nakin, em ê xwedî li peymanê derbikevin û hemû mafên xwe yên hiqûqî bikar bînin. Ji ber ku em dizanin, şîdeta li ser jinê polîtîk e.”

JINÊN RIHA Û DÊRSIMÊ BERTEK NÎŞAN DAN

Platforma Jinan a Dêrsimê di daxuyaniya li Kolana Huner dayî de parkartên “Em dev ji peymana Stenbolê bernadin” hate vekirin û di heman demê de dowîzên bi nivîsa “Biryarê paş de bîne, peymanê pêk bîne” hate hilgirtin û dirûşme berz kirin. Di daxuyaniyê de Çagla Yolaşan got ku helwest û gotinên ku qetlîmanên jinan ên desthilatê meşrû dikin û ji bo pêkanîna peymanê li qadan têkoşînê dikin.

Yolaşan got, “Derketina ji peymana bi biryara gel a li Meclisê hatî erê kirin, bi biryara yekmêrî ya bi kêfî ne pêkan e. Ji bo vê ne qanûnên vî welatî destûr dide ne jin. Em jin wekheviyê dixwazin.”

Platforma Jinan a Bajêr a Rihayê, Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civak û Tendirûstiyê (SES) li avahiya Şaxa Rihayê, bi civînek çapemeniyê bi Biryarnameya Serokkomariyê derketina Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê protesto kirin.