Komalên Jin ên Ciwan: Roj roja berxwedanê ye

Koordînasyona Komalên Jin ên Ciwan bi wesîleya 8'ê Adarê bang li jin ên ciwan kir ku bi ruhê serketinê ya Garê 8'ê Adarê pêşwazî bikin.

Koordînasyona Komalên Jin ên Ciwan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku mexdûrên herî mezin ên krîz û kaosên li gelemperiya cîhanê jin in.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her sedem şahidiyê ji pêvajoyeke têkoşînê re dike. Her ku dewletên serdest, mêtinger û faşîst hewl didin bi zextê, mêtingeriyê û dagikeriyê gelan bitepisîne jî di nava gelan de timî berxwedan afirîne ku bûne malê dîrokê. Di van berxwedanên dîrokî de rewşeke girîng heye, ew jî sekn û pêşengiya jinan a berxwedanê ye."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a faşîst her ku li hemberî têkoşîna azadiyê bêfeyde dimîne, tundiya li dijî gelan, komkujiya li hemberî gelan mezin dike û li gel vê yekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dişidîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em careke din di pêvajoyeke 8'ê Adarê de ne. Li gel zext û zordariyê jî dengê jinan ji qadan bilind dibe."

Koordînasyonê destnîşan kir ku dema ew dem e, ji ber demê bêhtir li ber xwe bidin, raperîna xwe nîşan bide û wiha dewam kir, "Roj ew roj e ku li dijî kevneperestiyê û her cûre tundiyê, li dijî komkujiya jinan li qadan helwestê nîşan bidin. Roja berxwedan û têkoşîna li dijî her cûre tundiya dewletê ya mêr e. 8'ê Adarê divê bibe asta herî bilind a vê berxwedana bi pêşengiya jinan. Ji ber vê yekê di serî de jin ên ciwan, em bang li jinan hemûyan dikin ku îsal 8'ê Adarê bi ruhê serketinê yê Garê li qadan pêşwazî bikin."