'Wefata Hacî Ehmedî ji bo şoreşa Kurdistanê windahiyeke mezin e'

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku wefata Hacî Ehmedî ji bo KNK'ê, gelê Kurd û şoreşa Kurdistanê windahiyeke mezin e û got, "Em ê li ser şopa te bin, daxwaz û wasiyeta te bi cih bînin."

HECÎ EHMEDÎ

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber wefata siyasetmedar Hacî Ehmedî ji gelê Kurdistanê, endamên KNK'ê, endam û sempatîzanên PJAK'ê û malbata Hacî Ehmedî re sersaxî xwest.

Peyama KNK'ê bi vî rengî ye:

"Xebera xembar û dilsoj a wefata endamê Damezrêner ê KNK ê Birêz Hacî Ehmedî gihişte me û em bi vê yekê gelek xemgînin. Birêz Hacî Ehmedî, di sala 1964'an de weke xwendekarekî Kurd hate Almanyayê. Wê demê bi navê Komeleya Xwendekarên Kurd li  Ewropayê tenê sazîyek Kurdan hebû. Birêz Hacî Ehmedî jî bû endamê wê Komeleyê û cihê xwe di nava xebata welatparêzî de girt. Paşê çû Çekoslovakya, xwendina xwe li wî welatî dewam kir. Li Pragê bi Serokê Şehîd Birêz Abdurrahman Qasimlo re bû heval û peyre jî bû endamê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î). Di despêka şoreşa Îranê de (1979'an) bi Birêz Qasimlo re derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû û di destpêka şoreşa Rojhilatê Kurdistanê de cihê xwe girt û di nava HDK-Î de berpisyarî wergirt û bû berpisyarek aktîf. Paşê weke perspiryarekî karê derve yê HDK-Î dîsa derkete Ewropayê. 

Li derveyî welat jî, heta roja dawî ya jiyana xwe, bi temamî di xeta welatparêzî de xebatkarek çalak bû. Paşê bû endamê Parlameta Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW). Peyre jî bû endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û bû endamê damezrêner ê KNK'ê. Demeke dirêj bû endamê Konseya Rêveber a KNK'ê û heta dawiya emrê xwe weke emdamekî aktîf endametiya KNK'ê dewam kir. Di sala 2004'an da weke endamekî damezrêner tevlî kongreya damezrandinê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bû û weke Serokê Giştî yê PJAK'ê hate hilbijartin.

Birêz Hacî Ehmedî, 26 sal in endamekî çalak ê KNK'ê ye û her wiha demeke dirêj endametiya Konseya Rêveber a KNK'ê jî kiriye. Di hemî kar, çalakî û civînên KNK'ê de weke endamekî serkêş amade bû. Bi taybetî di xebatên ji bo Rojhilatê Kurdistanê de xwedî cihekî diyar bû. Li ser şehadeta Jîna Emînî dema ku şoreş û serhildanên JIN-JIYAN-AZADÎ destpê kir, Heval Hacî Ehmedî bi wî halê xwe yê nexweş û bi wî temenê xwe ve, tevlî çalakiyan bû û di nava serhildanê de cihê xwe girt. 

Wefata Heval Hacî Ehmedî ji bo me û ji bo hemî gelê me, ji bo şoreşa Kurdistanê, windayiyek mezin e. Em ji ber wefata Birêz Hacî Ehmedî gelek xemgînin, xemgîniya malbatê û dost û hevalên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, endamên KNK'ê, endam û alîgirên PJAK'ê, xebatkarên şoreşê û malbata wî.

Heval Hacî Ehmedî, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesyetên te pêk bînin."