Tulay Hatîmogûllari serdana IBB'ê kır: Em ê ti carî qebûl nekin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li gel heyetekê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) kir.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li gel heyetekê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) kir.
Piştî ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate binçavkirn, heyeta DEM Partiyê serdana şaredariyê kir.
Tulay Hatîmogûllari li şaredariyê li gel Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel daxuyaniyek da çapemeniyê.
Tulay Hatîmogûllari binçavkirina Ekrem Îmamoglû jî di nav de 106 kesan weke darbeya li hemberî îradeya gel pênase kir û got, "Nepêkane ku ev yek bê qebûlkirin. Yên ku bi siyasetê nikare bi wan, hewl dide bi siyaseta qeyûm, bi rejîma qeyûm, bi binçavkirin û girtinan, bi betalkirina dîplomayê têk bibin. Em vê yekê ti carî qebûl nakin."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê diyar kir ku di vê demê de ku axaftin li ser aştiya civakî tê kirin, ew vê hewldanê weke sabotajê dibînin û wê ti carî qebûl nekin.
Tulay Hatîmogûllari xwest, Ekrem Îmamoglû û her kesên hatin binçavkirin tavilê bêne berdan.