KNK'ê: Berxwedana jinên Kurd misogeriya paşeroja azad a Rojhilata Navîn e

Komîsyona Jinan a KNK'ê bal kişande ser êrîşên Tirk ên li dijî jinên Kurd û got, "Şerê dewleta Tirk ê li dijî jinên Kurd îdeolojîk e." Komîsyonê diyar kir ku berxwedana jinên Kurd misogeriya paşeroja azad a Rojhilata Navîn e.

Komîsyona Jinan a KNK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de 8'ê Adarê li dayikên şehîdan, jinên şoreşger û berxwedêr hate pîrozkirin û jin ên şehîd bûne hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 8'ê Adara 2021'ê de asta têkoşîna jinên Kurd hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn û cîhanê li dijî her cûre êrişan bûye cihê hêvî û baweriyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke di dîrokê de îro jî dewletên dagirker hem siyaseta dagirkirin, qirkirin û mêtingeriyê li ser Kurdistanê dimeşînin, hem jî bi rê û rêbazên taybet li dijî jinên Kurd siyasetê dimeşînin.

Komîsyonê diyar kir, bi qasî ku hêza Kurdan bi pêş dikeve, ewqasî jî êriş zêde dibin û wiha dewam kir, "Balkêş e ku êrişên dagirkeran li dijî jinên Kurd di salekê de pir zêde bûne. Jinên Kurd li aliyekî bi siyaseta kuştin, girtin, destdirêjiyê rû bi rû ne, li aliyê din jî êrişên mêr ên Kurd li dijî jinan dewam dikin."

Komîsyona Jinan a KNK'ê bal kişande ser krîzên dewleta Tirk û Îranê, diyar kir civak û jinên Kurd her ku diçin li Rojhilata Navîn xurt dibin, dibin hêza avakkirina aştî, demokrasî û pêşketinê, li dijî vê dewletên mêtinger bi tundî diçine ser jinan da ku hebûna xwe bidomînin. Komîsyonê got şerê dewleta Tirk a li dijî jinên Kurd îdeolojîk e, ji ber ku nahêlin rejîma faşîst li xwe zêde bike û hedefa îdeolojiya AKP-MHP'ê ew e ku jinan bike kole.

Komisyona Jinan a KNK'ê bal kişande ser êrîşên Tirk ên li ser Rojava, Başûr, êrîşên çeteyên Tirk ên li ser Efrînê, li ser jinan bi bîr xist û got, ''Li Efrînê bi kuştin, windakirin û destdirêjiyê tola xwe ji jinên Kurd dihilîne, jiber ku DAÎŞ têk birine. Bi dronan jinên siyasetmedar ên jin qetil dike. Her wiha bi rêya çeteyan jinên Ereb jî dikujin, yên ku li gel xwîşkên xwe yên Kurd tedikoşin. Piştî komkujiya Parîsê ya li dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemazê, îro jî bi rêya hêzên xwe yên taybet gefan li jinên Kurd dixwe, yên ku di siyaseta Ewropayê de çalak in.''

Komisyona Jinan a KNK'ê têkilî êrîşa AKP-MHP'ê ya li ser jinên Kurd û armancên êrîşan wiha got: ''Li Bakurê Kurdistanê bi awayekî sîstematîk stratejiyekê li dijî jinên Kurd pêş dixe. Zîndanîkirina bi hezaren jinên Kurd yên siyasetmedar, dayîken aştiyê û bi geflêxwarina jinên parlamenter û çalakwanan dixwaze jinên Kurd bitirsîne, da ku wan bêdeng bike. Dewleta Tirk ji hêza jinên Kurd ditirse, ji ber ku jinên Kurd wek pêşeng li pêşiya siyaseta qirkirina civaka Kurd radiwestin û her wiha civaka Kurd bi rihê berxwedanê zîndî dihêlin. Rejîma baviksalarî ya AKP-MHPê ya Tirk dixwaze îdeolojiya baviksalariyê li ser hemû civakê ferz bike, da ku civakê teslîm bigre. Mêran dike dijmin û kujêrên jinan. Bi rêya yasa û ragihandinê jî karên kujeriya jinan hêsan dike.''

Di daxuyaniyê de polîtîkayên Tirk ên li ser jinên Başûr jî hate bibîrxistin û hate gotin, ''Dewleta Tirk şerê xwe yê li dijî jinên Kurd, li Başûrê Kurdistanê jî bi şêwazekî din dike. Bi rêya televizyon, fîlm, reklam û saziyên bi navê çandî, dixwaze peşiya rihê berxwedana jinên Kurd bigire, yên ku li dijî zalimên wek Saddam têkoşiyane.''

Bi berdewamî êrîşên Tirk ên li ser jinên Êzîdî jî hate bibîrxistin û hate gotin, ''Bi peymana navdewletî dixwazin dîsa li ser jiyana Êzîdiyan taybet jî li ser jinên Êzîdî dixwazin talokeyê çêbikin.''

Derheqê êrîşên rejîma Îrane jî Komîsyona Jinan a KNK'ê got, ''Armanca rejîma Îranê diyar e, dixwaze bi bê dengkirina jinên Kurd civakê jî bêdeng bike. Ji ber we jî berxwedan û zindîbûyina jinên Kurd misogeriya paşêroja azad a Rojhilate Kurdistanê ye. ''