KJK: Em ê Şengalê bikin warê azadiyê

Koordînasyona KJK'ê di yekemîn salvegera komkujiya Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku heta Şengalê bikin warê azadiyê ew ê têbikoş in.

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de, hêzên li cihê pîroz ê civata Êzidî Şengalê komkujî kirin, bi tundî û hêrseke mezin hatin şemezarkirin û hat gotin, "Di ser hewldana qirkirinê ya 3'ê Tebaxa 2014'an, ku li Şengalê bi pêşengiya çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst û desteka hêzên xwecihî hat kirin re salek derbas bû. Em hêzên ku li warê pîroz ê civata me ya Êzidî Şengalê komkujî kirine, careke din bi nefret şermezar dikin, hemû mirovên me yên şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bi bîranînên wan re dilsoz bin. Ji bo me dilsoziya bi bîranînê tê wateya hesabpirsîna ji hêzên ev komkujiya hovane kiriye, hesabpirsîna ji hêzên vekirî yan jî veşartî destek dane van hêzan e. Em ê têkoşîna xwe ya sala dawî li ser vê bingehê meşandin xurttir bikin û xwe bigihînin encamê."

EM HÊZÊN YBŞ, HGP, YJA STARÊ SILAV DIKIN

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Em hemû hêzên xwe parastinê HPG, YJA STAR, YPG, YPJ û YBŞ ên civata Êzidî li Şengalê parastin û ji komkujiyê rizgar kirin silav dikin, hemû şehîdên xwe yên di vê oxirê de canê xwe feda kirin yek bi yek bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. Em ê bi serxistina berxwedanê re bersivê bidin bîranîna wan.

Divê were zanîn ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî çiyayê pîroz ê Şengalê ku ji bo civata me ya Êzidî ya di herikîna dîrokê de 73 ferman li ser rabû bû stargeh, nabe ku bi tenê li ser bingeha berjewendiyên siyasî bê nirxandin. Bi êrîşên di şeva 2-3'ê Tebaxê de destpê kirin re hesabên hîn berfireh di dewrê de bûn. Xwestin pêvajoya qirkirinê ya bi sedan salan e li ser civata me ya Êzidî ya li Şengalê tê ferzkirin, temam bikin. Ji bo vê jî di destpêkê de êrîşî jinan kirin.

XWESTIN CIVATA ÊZIDÎ TINE BIKIN

Li Şengalê ku zêdeyî 5 hezar mirovên me hatin qetilkirin, bi hezaran keç û jin ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve weke xenîmet hatin revandin. Çeteyên DAIŞ'ê bi destwerdana li jinên Êzidî re, bi dehfdana wan ber bi xwekuştinê ve, bi zorê guhertina ol re, bi firotina li bazaran re, bi kolekirinê re rêbazên qirkirina jinê meşandin. Ev qirkirina jinê ku gelekî bi zanebûn hat meşandin, di esasê xwe de ji bo qirkirina tevahiya civakê bû. Bi rêya qirkirina jinê re xwestin bawerî, çand, civakîbûn û bîra kolektîf a civata Êzidî tine bikin. Ji bo vê jî rêbazên herî hov, herî bê perwa ceribandin.

EM Ê TOLA JINÊN ÊZIDÎ HILÎNIN

Civata me ya Êzidî ku li hemberî 73 fermanan hebûna xwe parast, di roja îro de bi pêşengiya jinan ne tenê li ehmberî qirkirinê li ber xwe dide, di heman demê de xwe parastin û rêxistinbûyîna xwe bi pêş ve dibe. Bi vî rengî, wê bi azadkirina hebûna xwe re bersivê bide pêvajoya qirkirina fîzîkî û çandî.

Weke Tevgera Azadiya Jinên Kurd em destnîşan dikin ku em ê hesabên çeteyên DAIŞ'ê û hesabên hin hêzên din ên li hemberî civata me ya Êzidî, bi taybetî jî li hemberî jinên Êzidî qebûl nekin û her tim gelê xwe biparêzin. Bi taybetî li dijî qirkirina jinê ya di şexsê jinên Êzidî yên li Şengalê de hat xwestin bê kirin, em ê têkoşîna azadiya jinê bilind bikin.

Li ser vê bingehê em soza tolhildanê ya me daye jinên Êzidî careke din dubare dikin. Ji jinên ji bo nekevin destê çeteyan xwe ji zinaran avêtin heta yên di nava lepên DAIŞ'ê de ne, ji jinên şehîd ketin heta yên ji neçarî ketin ser rêyên koçberiyê, em ê hesabê hemûyan yek bi yek bipirsin û ev hesap tê pirsîn. Di vê mijarê de ji bo em têkoşîna xwe ya li qadên cuda bigihînin serketinê, em ê berxwedana xwe mezin bikin.

DIVÊ HER KES TEVLÎ PARASTINA ŞENGALÊ BIBE

Ji ber vê yekê em bang li jinên xwe yên Êzidî yên li Şengalê, li parçeyên din ên Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê dikin ku tevlî refên berxwedanê bibin. Ancax bi mezinkrina xwe parastin û rêxistinbûyîna xwe ya jinan re em ê karibin pêşî li êrîşên gengaz bigirin. Ji ber vê yekê bi taybetî em bang li jinên xwe yên ciwan dikin ku tevlî Hêzên Parastina Jinê Şengalê bibin. Divê were zanîn ku em îro ne tenê têkoşîna parastina hebûna xwe dimeşînin. Berxwedana îro tê dayîn, ji bo azadkirina hebûna xwe ye.

Weke Tevgera Azadiya Jinên Kurd em ê pêşengiya xwe ya ji vê berxwedanê re dewam bikin. Careke din em hemû mirovên xwe û hevrêyên xwe yên li Şengalê şehîd ketin bibîr tînin û soz didin ku em ê bi xurtkirina têkoşînê û veguherandina Şengalê weke warê azadiyê, bersivê bidin bîranînên wan."