KJK'ê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di salvegera 18. de careke din şermezar kir.

Di daxuyaniya KJK'ê de hat ragihandin, komploya 9'ê Cotmehê çalakiyeke li ser bingeha tifaqa herî qirêj a dîroka mirovahiyê ye û hat gotin, "Bi wesîleya rojê, em careke din dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re dubare dikin û dibêjin, bi têgihiştina 'azadiya te azadiya me ye' em ê şêweyên jiyana koledar a li ser jin û gelê Kurd tên ferzkirin parçe bikin û jiyana azad a gelê xwe bafirînin. Em soza xwe dubare dikin, ku em ê rejîma qirkirinê ya li ser gelê Kurd tê ferzkirin, têk bibin. Ji şehîdên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' ku bûn xelekek ji agir li dora Rêber Apo û planên hêzên komplo pûçkirin şehîd Rojbînan, Berwaran, Taylanan, Rotîndayan û Kurdêyan careke din bibîr tînin û dibêjin, ku em ê xeta wan a fedayî û milîtaniyê mezin bikin."

'DIVÊ EM LI DORA RÊBERTÎ LI HEV BICIVIN Û TÊBIKOŞIN'

Koordînasyona KJK'ê diyar kir, komploker di nava 18 salên bihurî de negihîştine armanca xwe, li pêşiya vîna azadiyê ya gelê Kurd nekarî bibin asteng ku li çar parçeyên Kurdistanê mezin bibe. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku vîna azadiyê ya gelê Kurd li gelemperiya Rojhilata Navîn bûye modelek û hat gotin, "Hişmendî û vîna azadiyê, têkoşîna rêxistinbûyî bi bandor kiriye. Pêvajoya heyî weke pêvajoya avakirinê tê pênasekirin. Êdî bêyî avakirina sîstema xwe, jiyan nepêkan e. Hêzên ku fêhm kirin nikarin pêşî li sîstema gelê Kurd a xwe dispêre çand û vîna xwe bibin asteng, dixwazin polîtîkayên xwe yên komplo, tinekirin û qirkirinê yên xwe dispêrin şer, nû û bi bandor bikin. Di 9'ê Cotmehê de jî û îro jî, di navenda van polîtîkayên şer û êrîşan de dewleta netewe ya Tirk heye. Ev rastiya dewletê ku îdîa dike li ser Kurd, Tirk û hemû gelên li vê erdnîgariyê serdest e, bi serkêşiya AKP-Erdogan, li ser bingeha rejîma qirkirinê ya li dijî gelê Kurd, dixwaze sîstema netewe dewletê ya ku bi têkoşîna me ji hev hatiye xistin, rizgar bike. Ya ku şerê man û nemanê dimeşîne, têkoşîna hegemonyayê ye. Dixwazin hevsengiyên ji hev ketî yên Rojhilata Navîn weke firsendekê bi kar bînin, bi vî rengî pişta xwe bispêrin hêzên navneteweyî, darbe û komployan, vê carê polîtîkayên zayendîperest, neteweperest, ol-mezhebperest jî lê zêde bikin û hebûna xwe biparêzin. Bi vî rengî dixwazin pêşî li afirandina statuya siyasî ya vîna azad a gelê Kurd bigirin. Êrîşên li dijî çapemenî-weşana azad, destên qirêj ên dirêjî Zarok Tv bû, êrîşên li dijî baweriyên cuda, girtin, binçavkirin, serdegirtin, reşandina guleyan li gel, êrîşên li nava kolanan ên li dijî jinan, bomberdûman û operasyonên li derveyî sînor hemû ji bo pêşîgirtina li vîna azad e. Sîstema ku bi komployê tê avakirin, encax dikare emrê xwe dirêj bike. Nabe sîstema civakî. Dîroka faşîzmê ev yek gelek caran dîtiye. Berxwedana gelê Kurd a li dijî komployê, bi kombûna li dora Rêbertî xurtir dibe.

TÊKOŞÎNA RADÎKAL PÊWÎSTÎ YE

Haya jinên Kurd ji rastiya xwe ya civakî heye, ku beriya bi hezaran salan derxist holê û gihand roja îro. Rêber Apo, ji ber ku ev rastiya li ber tinebûnê zane û çalak kir, bû hedefa êrîşa hevpar a hêzên şaristaniyê. Li dijî van êrîşan, jinên Kurd gelekî bi hêrs in. Hêza xwe ya pûçkirina komployê ji vê hêrsê digire. Di heman demê de xwe gihandine xeta serketinê ya ku hêzên komploker têk bibin. Xeta jinê ya azad, ku di nava têkoşîna li dijî komployê de veguherî tevgereke civakî, di qonaxa heyî de hem bûye rûmeta gelê Kurd û mirovahiyê, hem jî bûye garantiya jiyana azad. Ya ku dijminên azadiyê herî zêde diqeherîne jî, ev pêşketina jinê ya azad e. Weke tevgera jinê ya azad em radigihînin, ku li dijî pêngava nû ya êrîşan a ku hêzên komploker dixwazin bi destê rejîma faşîst a Tirk pêk bîne, bi biryar li her qadê li ber xwe bidin. Di serî de jin û ciwan, tevlîbûna li vê pêvajoya berxwedan û avakirinê erka dîrokî ya tevahiya gelê me ye. Êrîşên li dijî gelê Kurd encax bi berxwedaneke bi heybet dikarin bên sekinandin. Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi vî rengî hatibû sekinandin. Di vê demê de ku reva ji rastiya xwe tê ferzkirin, ji bilî siberojeke bi rûmet ti rêyek li pêşiya ciwanên Kurd nema ye. Êrîşên înkar û tinekirinê yên li dijî gelê Kurd di heman demê de li dijî siberoja gelên Tirkiyeyê ye. Ji bo têkbirina van êrîşan, lazim e hêzên demokratîk û şoreşger ên li Tirkiyeyê bi gelê Kurd re têbikoşin û li dijî faşîzmê têkoşîneke radîkal bimeşînin. Li ser vê bingehê em bang li jinan û hemû gelan dikin ku di eniya hevpar a hêzên şoreşger de têkoşîna azadî û demokrasiya civakî xurt bikin."