KJK’ê encamnameya Civîna Konseya Rêveber ragihand

KJK’ê encamnameya civîna xwe ya ku Gulanê pêk anî bi raya giştî re par ve kir. Di daxuyaniyê de li ser rotaya têkoşîna serdema nû tespîtên girîng hene.

Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) di daxuyaniyê de got, ‘’Me Konseya Rêveberiyê di navbeyna 12-14’ê Gulanê de bi temsîla qadanên leşkerî, îdeolojîk, siyasî, civakî û ciwanan civîna xwe pêk anî.’’

Hate gotin di civînê de li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dagirkeriya li ser Efrînê, hilbijartinên giştî yên li Tirkiyê, geşedanên li Başûr û Rojhilat û herêmê, her wiha li ser yekîtiya netewî ya Kurd û rola pêşeng a jinê hatiye rawestan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Di serî de Avesta Xabûr û Barîn Kobanê ku li Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi lehengî şer kirin û rihê fedaî yên demê nîşan dan, her wiha Delal Amed û Azê Malazgîrt ku li Bakur li djî êrîşên qirker ên rejîma faşîst a Tirk şêwaza fermandiriyê ya têkoşîna gerîla a serdema nû nîşan dane, hemû şehîdên me di civînê de hatin bibîranîn, sond hatiye xwarin ku têkoşîna azadiyê teqez were serxistin.’’

Her wiha hate diyarkirin ku hêzên HPG û YJA-Starê ku li qada Bradostê li dijî hewldanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk têkoşîna parastinê dikin, hatine pîrozkirin.

LI DIJÎ TECRÎDÊ BIRYARDARIYA TÊKOŞÎNA DOMDAR

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Ocalan hate destnîşankirin û hate gotin: ‘’Civîna me tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo a dewleta Tirk a faşîst bi kîn û nefretê şermezar kiriye, ji bo ku Pergala Êşkenceyê ya Imraliyê were parçekirin û Rêber Apo ji hêla fizîkî ve wer azakirin biryara têkoşîna domdar û israra vê nîşan daye. Tecrîda girankirî ya ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve didome, di vê pêvajoyê de zêdetir hatiye girankirin, hemû amûrên agahdarbûna ji Rêber Apo hatine desteserkirin. Tehammûla me ji yek saniyeye re jî ya Pergala Êşkenceyê ya Imraliyê re nîn e, ku li cîhanê mînakên wê nîn in. Em ê dawî li vê bînin. Em ê şertên esaretê yên li ser  Rêber Apo ji holê rakin. Pêngava azadiyê ya ‘’Sonda me ye: Em ê Pergala Imraliyê Parçe bikin, Bi Rêber Apo re Azad  Bijîn’’ heta ku tecrîdê bi dawî bike wê were geşkirin, ev helwest hatiye nişandan.’’

BIRYARA AZADKIRINA EFRÎNÊ

Di daxuyaniyê de hate gotin civîna Konseya Rêveberiyê ya KJK’ê di demeke wiha de pêk hatiye ku hem geşedanên wiha pêk tên ku hem çarenûa gelê Kurd hem ya gelên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê diyar dikin.

Bi berdewamî hate gotin: ‘’Pêvajoya berdest bi berfirehî hatiye gotûbêjkirin. Civîna me Şerê Cîhanê yê Sêyan yê ku didome û hêzên kapîtalîst ên global dixwazin wê bi encam bikin, risk û fersendên vî şerî yên ji bo Kurdan û gelên Rojhilata Navîn nirxandiye, derxistiye holê ku ji bilî modêla Neteweya Demokratîk, ku Rêber Apo daniye holê, ti çareserî tîne. Bi vê çarçoweyê, Şerê Parvekirina Sêyan a Cîhanê ku bi navenda Rojhilata Navîn tê kirin, her ku diçe zêdetir geş dibe, hêzên modernîteya kapîtalîst hewl didin Rêya Sêyan ku bi pêşengiya tevgera me ya azadiya pêş dikeve asteng bikin. Civîna me dagirkeriya li Efrînê û hewlesta hêzên kapîtalîst ên global bi vê çarçoweyê şîrove kiriye, biryar li ser hatiye dayin ku dawî li dagirkeriya faşîst were anîn û Efrîn were azadkirin, ji bo vê biryarên girîng hatine standin.

JIN WÊ PÊŞENGIYA BERXWEDANA ANTÎFAŞÎST BIKIN

Civîna me giringiya wê nîşan daye ku rasteqiya civaka şerker ku di berxwedana Efrînê de derketî holê dive were geşkirin û li tevahiya Kurdistanê were belavkirin, li hemû qadên jiyanê bi nîşandana hişmendiya xweparastinê û pratîka wê, dorpêça qirkirinê ya ku li ser Kurdan tê ferzkirin bi teqezî wê bikaribe were şikanin. Civîna me berxwedaniya li Bakurê Kurdistanê û ya li Tirkiyê ya li dijî rejîma faşîst bi vê çarçoweyê nirxandiye, biryara hilbijartinê ya bi kotekî ya AKP-MHP’ê bûye nişana tirsa desthiatdariya wan. Civîna me girîngiya wê destnîşan kiriye ku di vê pêvajoyê de hemû hêzên demokrasiye li dora HDP’ê li dijî faşîzmê bi rengê eniya yekbûyî tevbigerin û bi taybetî geşkirina berxwedaniya antîfaşîst a bi pêşengiya jinên Kurd û Tirkiyeyî bi misyoneke dîrokî pênase kiriye. Em Konseya Rêveber a KJK’ê bi vê çarçoweyê pêvajoya hilbijartinê ya 24’ê Hezîranê bi rengê têkbirina mezin a faşîzmê û dîktatoriyê dibînin, em bang li hemû gelên Tirkiyê dikin ku li dora tifaqa demokrasiye ya xwe bikin yek.’’

TEKANE ÇARE; NETEWEYA DEMOKRATÎK

Konseya me ya Rêberiyê ku dema hilbijartinên Iraqê civiyayî, polîtîkayên hêzên hegemonîk ên li ser herêmê nirxandiye, diyar kiriye ku krîz û kaosa giran bûyî tenê bi perspektîfa neteweya demokratîk dikare were çareserkirin. Civîna me bandora geşedanên herêmê yên li ser Başûr û Rojhilata jî nirxandiye, destnîşan kiriye ku ji bo Rojhilata Navîn pêdiviya bi şoreşa duyem a jinan herî pir li vê qadê bi rengekî xurt xwe nîşan daye. Civîna me ji bo ku ji vê re bibe bersiv, ji bo pêkanîna rêxistiniya vê biryarên berfireh standine.

YEKÎTIYA NETEWÎ

Konseya Rêveber a KJK’ê  diyar kiriye, di vê pêvajoyê de konsepta navdewletî ya li ser gelê Kurd sazkar e, tekane rêya pêkanîna azadiyê bi pêkanîna yekîtiya netewî ya demokratîk pêkan e û îdîaya xwe ya pêşengiyê ya di vê mijarê de dubare kiriye. Bi vê maneyê,  li dijî polîtîkayên dagirkerî, îmha û qirkirinê yên li ser Kurdistanê, bi mebesta ku bi pêşengiya jinan politikaya yekîtiya demokratîk were pêşxistin biryarên girîng hatine standin.

Civîna me çalakiyên jinên cîhanê yên  25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê nirxaniye, tespît kiriye ku nerazîbûn û serhildana jinan a li djî pergala baviksalariyê hem ji hêla çendanî û hem jî ji hêla çawaniyê ve geştir bûye. Civîna me gotiye li tevahiya cîhanê bi milyonan jin li dijî zayendiya civakî, tundiya nêr, dijminatiya li jinê û cihêkariyê ji bo azadî û wekheviyê vîna xwe nîşan daye, ji bo ku ev vîn bi rengekî xurt rêxistiniya wê were kirin peywir û berpirsyariya Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê nirxandiye, ji bo ku ev misyon bi rengekî xurt were pêkanîn biryarên berbiça hatine standin. Bi vê çarçoweyê, bi taybetî jî gel bi rêya dîplomasiyê, bi asta cîhanê bi pêkanîna têkiliyên demokratîk û tifaqan plansaziyên berfireh hatine kirin.

2018 SALA MEZIN A TÊKOŞÎNÊ YE

Konseya Rêveber  a KJK’ê bi nîqaşên berfireh ên sê rojan, sala 2018’an bi rengê sala têkoşîna mezin bi nav kiriye, gihaştiye wê biryardariyê ku li çar parçeyên Kurdistanê bi berxwedaniya giştî destkeftiyên mezin dikarin werin bidestxistin. Hem Kurd, hem gelên Rojhilata Navîn û hem jî jin bi rêxistiyeke xurt, li ser zemîna rasteqîniya civaka şerker em dikarin zincîra mêtingeriyê ya ku li ser me hatiye ferzkirin bişkînin. Divêtiya vê û û şertên vê ji her demê zêdetir giha ne. Berxwedaniyeke mezin wê serkeftina mezin bi xwe re bîne. Serfirazî bi teqeqî wê ya berxwedêra nbe. Bi vê çarçoweyê bi taybetî jî em bag li jinan û ciwanan dikin ku tevlî nav refên azadiyê bibin û pêşengiya têkoşînê geş bikin.

Em hemû gelê xwe yê ku li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat ji bo azadiyê li ber xwe dide, serê xwe ji ti zextê re natewîne û têkoşînê geş dike slav dikin û em dibêjin, bi hev re em jiyana azad ava bikin. Bi şoreşa jinê em ber bi azadiyê ve dimeşin! Em dorpêça qirkirinê bişkînin, Pergal Imraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re bi azadî bijîn!’’