KJK'ê Şîrîn Elemhulî û hevrêyên wê ku Îranê dar ve kiribûn, bi bîr anî

Koordînasyona KJK'ê Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderan û Ferhat Wekîlî ku weke îro beriya bi 11 salan ji hêla Îranê ve hatibûn darvekirin, bi bîr anî.

Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniyê de got, ''Em ketine salvegera  11'an a darvekirina hevrê Şîrîn Elemhulî û 3 hevrêyên din, ku Elemhulî di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ku weke pirpirîka azadiyê navê xwe neqişandiye.''

KJK'ê got, ''Beriya niha bi 11 salan, 9'ê Gulana 2010'an ji hêla rejîma faşîst a Îranê ve 4 hevrêyên me bi rengekî hovane hatin darvekirin. Çavnebarî li berxwedana azadiyê ya li dijî polîtîkayên zext, mêtingerî ya rejîma Îranê ya Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderan, Ferhat Wekîlî hatiye kirin û hevrêyên me hatine darvekirin.''

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

''Di demeke wiha de ku polîtîkayên zextê yên rejîma Îranê ya faşîst pir zêde bûbû, dihate xwestin ku vîna jinê bi temamî were şikandin û li ser hikmên şerîatê komkujiya li ser jinan zêde bûbû hevrêya me Şîrîn Elemhulî serî rakiriye. Vê serîrakirinê kiriye ku hevrêya me bigihije felsefeya Rêber Apo. Keça Mako Şîrîn serhildêriya çiyayên Serhedê bi fikra xwe re kiriye yek û bûye kesayateke serhildêr ku ji dijmin re bûye tirs û xof. Bi vê kesayata xwe ya serhildêr dîtiye ku şerê herî karîger, rêya têkoşînê li çiyayan e û bêyî ku bi derengî bixe berê xwe daye çiyayan.

Hevrêya me Şîrîn bi têkoşîna ku li çiyayên azadiyê daye ji rejîma Îranê re bûye tirs û xof. Li gel vê, bi helwesta xwe ya li bara jiyanê û bi hevrêtiya xwe, felseya jiyanê ya Rêber Apo bi xwe re kiriye yek .Hevrêya me Şîrîn piştî tevlêbûnê bi demeke kurt xwestiye li qadên nêzî dijmin têbikoşe. Dilê rejîma Îranê Tahran ji xwe re weke qada têkoşînê hilbijartiye. Di demeke wiha de ku rejîma Îranê bi dewleta Tirk a faşîst re bi ser me de were, çalakiya hevrêya me Şîrîn a li paytexta Îranê Tahranê ji bo rejîmê bûye tirseke mezin. Jixwe li zindanê kirinên dijî mirovî yên li ser hevrêya me Şîrîn, êşkence, êrîşên ku birin ser vê tirsa wan bi rengekî berbiçav nîşan dide. Rejîma hov ji bo ku gotinekê ji devê hevrêya ma Şîrîn derxîne ti rêya êşkenceyê nema ku neciriband, li gel vê jî jina Kurd a serhildêr li bara dijmin helwesta xwe ya esîl domandiye. Dema ku bibin dar ve bikin jî eynî helwesta xwe heta dawiyê parastiye û bi helwesta xwe dimin têk biriye. Hevrêya me Şîrîn , şopdara berxwedana Ş. Sara, Mazlûm, Kemalan, gotiye, ''yên ku ez dar ve kirime, xwe dar ve dikin''. Encex ên ku xwedî wî giyanî ne ku bi eşqa li azadiyê disotin dikarin bibin xwedî helwesteke wiha. Giyanê Şîrîn ev e. Îro bi hezaran jin û xort hene ku bi giyanê Şîrîn têdikoşin, bi têkoşîna wê li ber xwe didin. Bi darvekirina hevrêya me Şîrîn bi hezaran Şîrîn li dijî rejîmê serî radikin, tevlî nav refên têkoşînê dibin.

Jina Kurd leyla Qasim jî, ku Şîrîn Elemhulî ew ji bo xwe weke şevçiraxê didît, rêya wê ji xwe re weke rê hilbijartî jî ji hêla rejîma faşîst a Sedam ve hatibû darvekirin. Ji Leyla Qasim heta bi Şîrîn Elemhulî têkoşîna azadiyê her ku diçe geş dibe.  Hem em pê şanaz in ku peyrevê mîrateya wan in û hem jî ji her demê zêdetir hewl didin ku bibin layiqî vê.

Hevrê Şîrîn roja netefiyayî ya şoreşa Rojhilata e. Li rojhilatê Kurdistanê nûneriya jina Apoyî heal Şîrîn bi kesayata xwe bi berxwedanê nîşan daye. Şoreşa Rojhilat wê şoreşa jinê be. Di şexsê Şîrîn û Şîrînan de wê bibe şoreşa gelan a Rojhilata Navîn. Di demeke wiha de ku rejîma Îranê li ser Kurdan û jinan zext zêd ekiriye, em diyar dikin divê jin biherike qadên têkoşînê û berxwedanê li dijî hişmendiya faşîst geş bikin.

Peywira me ya sereke ya tevgera azadiya jinê ye ku têkoşîna van hevrêyên xwe yên hêja geş bikin, Bi vê çarçoweyê em dibêjin tam dema wê ye ku em giyanê Şîrîn Elemhulî têkoşînê geş bikin. Em hevrêyên xwe Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan û Ferhat Wekîlî ku bi hevrêya me Şîrîn re hatine darvekirin û şehîhên meha Gulanê careke dî bi hurmet bi bîr tînin û soz didin ku têkoşînê geş bikin .Em bang li hemû gelê Kurd dikin li dijî rejîma faşîst têkoşînê geş bikin.''