KJK: AKP û çeteya Erdogan di serî de bi çeteya DAIŞ’ê bi tevayî hêzên qirêj re hewl dide, pêşeroja gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî ya gelê Kurd xesp bike, destketiyên wan ji holê rake û xwe bike dîktatorê herêmê.
Koordînasyona KJK’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşan diyar kir ku nûnerê herî hovane û kevneşopê dawî yê dewleta Tirk a dagirker, qetlîamker û qirker a li hember gelê Kurd, çeteya faşîst a Erdogan û AKP’ê li dijî, jin, gelê Kurd û pêşeroja gelan di nav her cure êrîşan de ye.
Koordînasyona KJK’ê got, “Çareseriya pirsgirêka Kurd li ser esasekî demokratîk ji ber hesabên desthilatdariyê ya vê çeteyê negihiştiye encameke çareseriyê, li ser esasê destbernedana azadiyê gelê Kurd berê xwe daye avakirina sîstema xwe azad.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku, çeteya Erdogan û AKP’ê li hemberî helwesta gelê Tirkiyeyê di hilbijartinan de nîşan da, bi darbeyek siyasî dest danîne ser rêveberiyê, bi fermanên hikûmeteke ne rewa re li hemberî jinan û gelan êrîşek bê eman hatiye pêşxistin.
AKP – ERDOGAN – DAIŞ HEWL DIDIN KU SIBEROJA GELAN XESP BIKIN
Koordînasyona KJK’ê bal kişand ku hikûmeteke rewa ya dewleta Tirk nîne, hêza mijara gotinê ya klîka kontra-çete-darbekar a welat ber bi şerekî, aloziyê ve dibe. Koordînasyona KJK’ê wiha dewam kir, “AKP û çeteya Erdogan di serî de bi çeteya DAIŞ’ê bi tevayî hêzên qirêj re hewl dide, pêşeroja gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî ya gelê Kurd xesp bike, destketiyên wan ji holê rake û xwe bike dîktatorê herêmê. Lê hem helwesta gelê Tirkiyeyê li hemberî AKP’ê danî hole, hem jî ji aliyê gelên cîhanê ve nerazîbûn nîşanî pêkanînên der mirovî yên çeteyên DAIŞ’ê, hem jî Têkoşîna Azadiya Kurd bi perspektîfa neteweya demokratîk re giraniya xwe daye avakirina sîstema xwe ya azad a nûnertiya gelan a wekhev, ya herî girîng jî têkoşîna ku Rêber Apo pêş dixe ji bo vê çeteyê tam bûye windakirin. Ev çeteya ku dixwaze qirêjiya xwe veşêre, temenê desthilatdariya xwe dirêj bike, dixwaze li hemberî gelê Kurd polîtîkayên qetlîamkerker-qirker bide berdewamkirin, dixwaze jinan kole bike, di serî de li Kurdistanê li ser gelê me komkujiyan ferz dike, sûcê şer dike. Hêza çete ya di êrîşa Zergelê ya kir de zarok û jin daniye ser textê hedefê, niha jî li hemberî mafê xwerêveberinê yê gelê Kurd di nava êrîşan de ye. Li hemberî gelê ku rêveberiya ne rewa nas nake bi tank û topên xwe êrîş dike, dijminahiya gelê Kurd di asta herî jor de nîşan dide.
TIŞTA LI ELTURK HAT KIRIN, ÊRÎŞEKE LI JINAN, TEVAHIYA GELÊ KURD Û RÛMETA MIROVAHIYÊ YE
Tişta ku li cenazeyê hevala me Ekîn Wan (Kevser Elturk) a li Gimgimê şehîd ket hat kirin, êrîşeke li tevahiya jinan, gelê Kurd û rûmeta mirovahiyê hatiye kirin. Weke ku ji pêkanînê jî tê fêmkirin kesên ku DAIŞ’ê perwerde dike, dewleta Tirk û Erdogan e, ji ber vê sedemê rêveberiya wan heman e. Tiştên ku li cenazeyêa şehîdek me, milîtaneke me hatiye kirin her çiqas bi armanca rencîdekirina jinan, gelê me û tevgera me hatibe kirin jî; hesabê vê pêkanînê pirsîn, armancên şehîda xwe jiyandin yekane sedema me ya jiyanê ye. Artêşa ku bi fermana hikûmetekîne rewa û serokkomarekî dîktator û darbekar tevger dike, bi dijî destûra bingehîn a dewleta Tirk û hiqûqa navneteweyî ku tevdigere bi awayekî vekirî sûcê şer kiriye.”
‘DIVÊ GELÊ ME YÊ XWERÊVEBIRINÊ DIXWAZE BÊ DESTEKKIRIN’
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku li hemberî van hemû pêkanînan jî daxwaza xwerêveberinê ya gelê Kurd a alternatîfa jiyana azad a xist dewrê mafdar, di cih de û rewa ye. Koordînasyona KJK’ê wiha dewam kir, “Li ser vî esasî divê ciwanên me, jinên me û gelên me yên ku li hemberî dewleteke dîktator, çete û ne rewa dixwazin rêgeza rêveberiya herêmî bigirine dest bêne destekkirin û xwedî li wan bê derketin. Gelê Kurd şerê qirêj ê bi salan pêre rû bir û ma, bi komployek navneteweyî dîlgirtina Rêber Apo, Kobanê, Amed, Pirsûs, Zergelê û bi dehan êrîşên din jî ji bîr nekiriye û divê hesabê van bi xwerêvebirina xwe bipirse. Ne tenê gelê Kurd, divê gelê Tirkiyeyê jî bi rêgeza xwerêvebirinê li hemberî rastiya hikûmeta ne rewa û bidestxistina wê ya dewletê tevbigere, divê berpiryariya avakirina siberoja hevpar a gelan bigire. Divê daxwaza xwerêvebirinê ya gelê Kurd rewa bê dîtin,bê destekkirin û divê ew bi xwe jî li ser vî esasî pratîk bibe.
Hevala meEkîn a rastî pêkanînên derveyî mirovî hat , rastiyeke ku divê ne tenê jinên Kurd, tevahî jin li ser esasê xwedî li rûmet û nasnameya xwe derkevin û divê hesabê wê bipirsin. Li ser vî esasî divê gelê Kurd xwedî li navçeyên ku rêgeza xwerêvebirinê danîn hole derkeve, divê dorpêça tank û topan bişkîne û bi heman şêweyî divê ew jî rêgeza xwe ya xwerêvebirinê jiyanî bike. Pêvajoyeke têkoşînê ya jin pêşengiyê jêre bikin divê bi lezgînî bê bilindkirin. Divê tevgerên jinan ên li ser esasê azadiya jinê têkoşînê dimeşînin, derdorên demokrat, li hemberî tiştên li hevala me Ekîn hatine kirin daxwazên xwe yên azadiyê nîşan bidin û nerazîbûnên xwe deynin hole.
Li ser esasê azadiya Rêber Apo û rêgeza xwerêvebirinê em dawî li seltenata hemû çêkerên çete – desthilatdar bînin, em bi perspektîfa neteweya demokratîk cejna gelan veguherînin wateya rast a jiyanê. Li ser vî esasî divê her kes bêyî ku bikeve gumanan xwedî li têkoşînê derkeve, divê daxwazên xwe yên xwerêveberiyê xurt bike, divê xwe û civaka xwe biparêze. Em weke Tevgera Azadiya Jinê di serî de hevala me Ekîn hemû şehîdên xwe bi rêz û minet bibîr tînin, diyar dikin ku wê hesabê vê qat bi qat bê pirsîn. Em diyar dikin ku heya Rêber Apo bi bi awayekî azad li gel jinan û gelan hev nebîne, em ê bibin xwedî têkoşînek bê eman.”