Koordînasyona KJB’ê diyar kir ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê yên girtîgehan encamên girîng pêk anîn e û wiha got: “Vê berxwedanê derxistiye holê ku li pêş azadiya Rêbertiya me, li pêş çareseriya pirsgirêka kurd tu astengî nayê nasîn û di nava çar dîwaran de be jî dê li dora serkeftin û berxwedanê bibin xelek.”
Koordînasyona KJB’ê der barê grevên birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ku 12’ê îlonê dest pê kir û bi tevlibûna 10 hezar girtiyên siyasî 68 rojan berdewam kir de, daxuyaniyek nivîskî da.
KJB’ê da zanîn ku grevên birçîbûnê ruhê berxewdana 14’ê Tîrmehê derxistiye asta herî jor û wiha got: “Ev berxwedan di dîroka têkoşîna me de cihê ku heq kiriye girtiye. Em vê berxwedana bêhempa ya ku bi îradeyeke mezin hat meşandin pîroz dikin û silav dikin.
KJB’ê diyar kir ku berxwedana zindanan li çar parçeyên Kurdistan û derveyê welat bi milyonan kes xwedî lê derket û wiha got: “Dostên kurdan û hemû kesê li aliyê jiyaneke bi rûmet in xwedî li berxwedana zindanan derketin. Daxwazên ku di berxwedana zindanan de hatin destnîşankirin di nava rayagiştî de jî mafdar hate dîtin û ev xwedîlêderketin her ku çû mezin bû. Di qada netewî û navnetewî de bi hêzeke mezin deng vedaye û rojev diyar kiriye. Li dora vê berxwedan û daxwazan di serî de dayikên me û hemû gelê me, dostên kurdan û hemû rayagiştî di nava piştevaniyê de bûn. Em careke din hemûyan silav dikin.”
KJB’ê encamên grevên birçîbûnê jî wiha rêz kir:
Vê berxwedanê derxistiye holê ku li pêş azadiya rêbertiya me, li pêş çareseriya pirsgirêka kurd tu astengî nayê nasîn û di nava çar dîwaran de be jî dê li dora serkeftin û berxwedanê bibin xelek. Berxwedana zindanan pêkanînên qirkirinê yên Erdogan têk biriye û îflaskirina wê jî lezgîntir kiriye. Bi taybetî helwesta ku berxwedana zindanan înkar kir û ji nedîtîve hat, di hemû cîhanê de derewker hat dîtin. Ew kesên ku bi israr nedixwestin rûyê Erdogan û yê AKP’ê bibîne bi hemû tiştê xwe nîşan daye. Li ser vê esasê polîtîkya di neçareseriyê de israr a AKP’ê îflas kiriye.”
KJB’ê da zanîn ku çalakiya girtiyan gihiştiye armanca xwe û diyar kir ku di encamanê peywira bilindkirina têkoşînê dewrê gelê kurd û tevgera azadiya kurd hatiye kirin. KJB’ê wiha got: “Li ser vç esasê de em weke gel û tevger li dijî pêkanînên qikirinê heta ku şert û mercên azadkirina Ocalan pêk neyên em dê bê navber di nava berxwedanê de bin. Di serî de jin û ciwan hemû gelê kurd divê têkoşîna xwe bilind bike.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku divê pêvajoya tedawiya girtiyan jî bê şopandin û bang li aliyên hiqûq, mafê mirovan û tibê kirin ku hestiyar bin.