KJAR: Newroza îsal parêzvanîkirina destkeftiyên têkoşîna azadiya gelan e

Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) da xuyakirin ku Newroza îsal ji bo parastina destkeftiyên têkoşîna gelan a azadîxwaz e û daxwaz kir ku hemû beşên civakê bi coş û kelecan beşdarî pîrozkirina Newrozê bibin.

DAXUYANIYA KJAR'Ê YA TÊKILDARÎ NEWROZÊ

KJAR’ê bi boneya Newrozê daxuyaniyek belav kir û tê de îşaret bi geşkirina têkoşînê û domandina serhildana jin, jiyan, azadiyê kir.

KJAR’ê tevî pîrozkirina Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha Newroza hemû jin û beşên civakê pîroz kir û daxwaz kir ku hemû gelên azadîxwaz ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi heman ruhê serhildana jin, jiyan, azadiyê agirê Newrozê geştir bikin.

Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye:

“Newroza îsal parêzvanîkirina destkeftên têkoşîna azadiya gelan e.

Di demekê de ku em ber bi Newroza îsal diçin, dengê berxwedan û têkoşîna gelên azadîxwaz bi pêşengiya jinan li Kurdistan, Îran û Rojhilata Navîn ketiye ber guhên gelên cîhanê. Zêdetirî sal û nîvekê ye ku şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ berdewam dike. Ev şoreş şoreşeke wisa ye ku ji nû ve agirê nav dilan vejand û zilm sotand. Şoreşeke wisa ye ku jiyan ji her demê watedartir kir û em hemû di vê watedariyê de kirin hevpar. Têkoşîna berfireh, serhildanên li dû hev û xwepêşandanên armancdar nîşaneya vê watedarbûnê ne. Dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’ ji çiyayên Kurdistanê serî hilda û gihîşte kuçe û kolan û gund û bajarên Kurdistanê. Dirûşmeyeke wisa ye ku wateya wê rizgarî ye ji zilm, cudakarî û gefan û di heman demê de avakirina jiyaneke azad û demokratîk e.

Ev yek bûye sedema wê yekê ku ev her sê peyv edebiyateke berxwedêr û têkoşînekê biafirînin. Me dît ku bi dirêjahiya sala borî çalakî û xwepêşandan bi awayên curbicur berdewam bûn û di 8’ê Adarê de şêweyên çalakiyan bêhn û rengekî taybet da van têkoşînan. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê jinan tevî hemû fêl û tedbîrên rejîmê, şehîdên şoreşa sala borî bi bîr anîn. Dayikên şehîdan pêşengên van çalakiyan bûn. Mirov dikare bibêje ku Hilbijartina Encumena Şûraya Îslamî ya Îranê û pêşwazîkirina 8’ê Adarê mizgîniya bihareke şîn û geş in.

Gelê Kurd li parçeyên Kurdistanê yên cuda cuda bi coş û kelecaneke taybet Newrozê pêşwazî dike. Gelê Kurd di pîrozbahiyan de cextê dixe ser azadiya fizîkî ya Rêber Apo û wê yekê destnîşan dike ku agirê Newroza îsal dê yekîtî û çalakiya hevpar a gelên azadîxwaz xurttir bike. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî çend roj in cejna Newrozê bi dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’ destpê kiriye û dayikên şehîdan serê govendê dikişînin û behsa daxwaz û hêviyên zarokên xwe dikin. Ew vê carê destên zarokên din ên welêt digirin û bi wan re daxwazê ji kesên din dikin ku beşdarî vê xeleka govendê ya xweşik bibin. Em dikarin bibêjin ku Newroza îsal hilgirê peyama edaletxwazî û têkoşîna gelên azadîxwaz e.

Bi van bîr û boçûnan KJAR Newrozê li rêberê cîhanê yê azadîxwaz Rêber Apo û her wiha li hemû jin û beşên civakê pîroz dike û daxwazê ji hemû gelên azadîxwaz ên li Kurdistan û Îranê dike ku bi ruhê şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ agir hilkin û çand û wateya Newrozê nîşanî cîhanê bidin.”