KJAR: Em xwedî li berxwedana zindanan û ya dayikan derkevin

KJAR'ê bal kişand ser êrîşên rejîma AKP'ê yên li dijî dayikên Kurd û diyar kir, "Em jinên Rojhilatê Kurdistanê, vê êrîşkariya dijmirovî ya li dijî daykiên Kurd ku wijdanê mirovahiyê diêşînin, weke êrîşên li ser tevahî Kurdan û mirovahiyê dibînin."

Berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên xwedîderketinê yên dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, bi biryardarî didomin.

Li gel êrîş û zordariya hêzên çekdar ên rejîma AKP'ê jî dayik li ber girtîgehan li hev dicivin û xwedî li zarokên xwe û berxwedana wan derdikevin.

Koordînasyona Komalgeyî Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), li ser êrîşên polîsên rejîma AKP'ê yên li dijî dayikan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Yên ku şehîdgehan bombebaran dikin, destdirêjiyê li cenazeyên gerîla dikin, destdirêjiyê li zarokên Kurdan dikin, niha jî êrîşî dayikên Kurdan dikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku li her derê daxwaza destpêkê ya dayikan aştî ye û hate gotin, "Her dayika ku di çalakiyê de ye dixwaze ku ji zindanan mirin dernekevin, dilê tu dayikekê neşewite. Dayik her li ku dera dinyayê bin jî hestên wan yek in. Hikûmeteke êrîş bibe ser aştiyê jixwe dijminê mirovahiyê ye."

Koordînasyona KJAR'ê diyar kir, bi navê jinên Rojhilatê Kurdistanê ew vê êrîşkariya dijmirovî ya li dijî dayikên Kurd ku wijdanê mirovahiyê diêşînin, weke êrîşên li ser tevahî Kurdan û mirovahiyê dibînin.

Koordînasyonê destnîşan kir, ev pêkanînên dijmirovahî biryardariya gelê Kurd a azadiyê paşve nabe û diyar kir, berevajî wê zêdetir kîn, nefret û hestên tolhildanê zêde bike.

Di dawiya daxuyaniyê hate gotin, "Em bang dikin ku pêwîst e tevahî dayikên Rojhilatê Kurdistanê, rêxistinên jinan û rêxistinên demokrat, aştîxwaz, mirovên xwedî rûmet ku xwedî li berxwedana zindanan û dayikan, xwedî li rûmet û nirxên xwe derkevin. Ev xwedîderketin wê bibe bersiva tevahî dijminên Kurdan, wê bibe sembola herî xurt a hevgirtina Kurd. Her wiha wê tecrîda li ser Rêberê me Abdullah Öcalan jî bişkê."