KJA, Star a Yuksekdag hedef nîşan da şermezar kir

Kongreya Jinên Azad (KJA) der barê weşanên rojnameya Starê yên ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hedef nîşan didin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongreya Jinên Azad (KJA) der barê weşanên rojnameya Starê yên ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hedef nîşan didin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev rojname hat şermezarkirin û hat gotin, "Nûçeya rojnameya Starê ya dûrî pîvan û pîşeyê çapemeniyê, bi hedef nîşandana Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag re hewl dide hem berpirsyariya desthilatdariya siyasî ya di êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de veşêre, hem jî raya giştî manîpule bike. Careke din derketiye holê ku em neçar in li dijî medya zimanê siyasetê yê serdestiya mêr, têkoşîna xwe xurt û mezin bikin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êrîş di heman demê de li hemberî sîstema 'hevserokatiyê' ye û hat gotin, "Em vê êrîşê weke dewama êrîşên qirêj ên desthilatdariya siyasî dibînin. Em ê li dijî vê feraseta zordar û statukoparêz têkoşîna xwe xurt bikin û heta encamê werbigirin mezin bikin."

KJA ragihand ku Yuksekdag di daxuyaniya xwe de ji gel re peyivî û got, "Hêzên dijberê neteweya demokratîk diyare ku ji bilêvkirina rastiyan li ser sînor, aciz in. Xuyaye ev hêzên destekê didin terora DAIŞ'ê û van çeteyan xwedî dikin, tirsiyane ku ev bang wê bersiva xwe bibîne, lewma rûyê xwe yê êrîşkariyê nîşan dane."