'Kêmkirina ceza bêcezahiştin e'

Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Rozerîn Arslan bal kişand ser zêdebûna komkujiyên jinan û got, 'kêmkirina ceza ya bi îdîaya tehrîkê', bêcezahiştin û teşwîq e.

Endama Desteya Rêveber a Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Rozerîn Arslan destnîşan kir ku helwesta bêcezahiştinê ya dadgeriyê, piştrast dike ku kuştina jinan polîtîk e.

Parêzer Rozerîn Arslan ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku dema jin xwe diparêze, dadgerî biryarên welê dide ku îdîa dike, jinê sînorê parastina rewa binpê kiriye. Parêzer Rozerîn Arslan got, "Di rûniştinan de em dibînin ku cihêkariya jin û mêr tê kirin. Dema ku mijar mêr be, dadgerî bi îdîaya tevdana neheq û nêzîkatiya erênî, ceza kêm dike. Ev yek jî vediguhere rewşa bêcezahiştinê. Mêr jî ji vê bêcezahiştinê cesaretê werdigirin û hîn bi wêrekî li dijî jinan tevdigerin. Her wiha sedemeke zêdebûna hejmara kuştina jinan, kêmasiya mercên edlî û îdarî ye. Di vir de kêmasiya hêzên ewlekariyê jî heye. Tedbîrên ji bo parastinê bi cih nînin û hêzên ewlekariyê jî mixabin di navbera jin û mêr de navbeynkariyê dike. Bi dîtina min hejmara bûyerên kuştina jinan ji ber van sedema zêde bûne."

SAZIYÊN JINAN BI DESTÊ DADGERIYÊ TÊNE GIRTIN

Parêzer Rozerîn Arslan destnîşan ikr ku piraniya saziyên jinan bi destê dadgeriyê hatine girtin û ev yek jî nîşan dide ku her cûre nebaşiya li jinan tê kirin polîtîk e. Parêzer Rozerîn Arslan anî ziman ku ev sazî nebin, her hewldaneke têkoşîna jinan wê kêm bimîne û got, "Ji ber ku divê jin li dijî kiryarên li hemberî xwe xwedî mafê axaftinê bin. Pêwîste karibe van hemûyan li her platformê bi rengekî azad bînin ziman. Ji ber vê yekê jî saziyên civakî yên sivîl û her beşa civakê ya têkoşîna jinan dimeşînin, divê bi hev re tevbigerin."

NÊZÎKATIYÊN DADGERAN MATMAYÎ DIHÊLE

Parêzer Rozerîn Arslan diyar kir ku di dosyayên têkildarî kuştina jinê de nêzîkatiyên dadgerên di nava heyeta dadgehê de wan matmayî dihêle û wiha dewam kir, "Di rûniştinên dozên kuştina jinekê de meseleyê timî dibin ser 'xapandina mêr' an jî cihekî cuda. Herî zêde dadger derfetê didin vê yekê. Di bûyerên kuştina jinê de bi îdîaya tevdana neheq û nêzîkatiya erênî cezayê mêr timî tê kirin. Dema ku jin xwe diparêze, ev rêbaz di çarçoveya parastina rewa de nayê dîtin. Ev rewş jî nîşan dide ku dadger mêr diparêzin. Bi kurtasî, kuştina jinê polîtîk e."