Kemalbay: Divê ev sîstem bê guherîn

Parlementera HDP’ê Serpîl Kemalbay bal kişand ku desthilat xweza û ked talan kirî, dixwaze sîstema Rewşa Awarte û kole bike ji rêzê û got: “Divê ev sîstem bê guherîn. Jiyaneke nû dixwazin, 1’ê Gulanê ji bo vê dema bilindkirina têkoşînê ye.”

ZEYNEB KURAY STENBOL

Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay a ku 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a îsal wê di bin siya qedexeyan de bê pîrozkirin ji ANF’ê re nirxand.

Kemalbay destnîşan kir ku divê ev sîstem bê guherîn. Kemalbay bal kişand wê di 1’ê Gulanê de karker ji bo serwetê sermayedaran zêde bike, kar bikin û diyar kir ku dem hatiye ji bo sîstema mêtinger a her diçe kûr dibe bêjin raweste.

Kemalbay da xuyakirin ku 1’ê Gulana 2021’ê di rewşeke zextê ya yekcar zêde de pêşwazî dikin û got: “Her kesên li kolanan daxwaza mafê ked û karkeran dike, hatin derbkirin û destgîrkirin. Desthilata ku şewbê weke fersendê bikar tîne, bi gotina ‘çerx wê bizivirin’ refa karker didin karkirin, aliyê din cejna wan qedexe dikin, dixwaze sîstema kolekirinê tehkûm bike.”

‘1’Ê GULANÊ KARKERAN MEHKÛMÎ KARKIRINÊ DIKIN’

Kemalbay destnîşan kir ku ji bo serweta sermayedaran zêde bikin karker û kedkar ber bi vîrûsê dihêlin û wiha domand: “Mîna ku şewb nexweşiyeke ya refa karker be, her rojê bi dehan karker jiyana xwe ji dest didin, di bin navê tedbîran de, mêtingerî, bi Rewşa Awarte, mercên darbeyê dixwazin jiyanê rûtîn bikin. 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran karker û kedkar mehkûmî karkirinê dikin.”

‘HATINE WELAT TALAN BIKIN!’

Kemalbay diyar kir ku ji bo karkeran rewş ev e, lê di bin navê parastinê de ‘li mal bimîne’ ti destekek ya aboriyê ji bo wan nehate raginandin û wiha pêde çû: “Tirkiye welateke ku ne di Banka Navendî û ne jî di kaseya wê de çavkanî heye. Hemû çavkanî ji bo sermayeya navneteweyî û alîgirên çeteyên 5 alî hatiye veguhestin. Ev desthilat ji bo dizî û talankirina welat hatiye. Ji Çeşmeyê bigire heta Dersimê, ji wir jî heta Îzîzdereyê xweza, li cihê kar jî keda karkeran didize. Her tiştî pêşkêşî sermayeyê dike. Em di sîstemek wiha de dijîn. Di vê sîstemê de ti paketeke ya desteka aborî nayê eşkerekirin. Bi gotina xwediparêzin bihêle çareseriya pirsgirêka pirsgirêkan kûrtir dike. Mirov mehkûmî birsîtî û hejariyê tê kirin.”

‘JIYÎNEK NÛ DIXWAZIN’

Kemlbay bi şewba vîrûsê re derket holê ku divê ev sîstema kapitalîs ta neolîberal bê guherîn û got: “Mêtîngerî her diçe kûrtir dibe, ji ber paketa derziyê mirov dimirin, ji bo tekelên derman bijîn, kar zêde bibe, ev sîstem hatiye avakirin. Divê ev sîstem bê guherîn. Dem hatiye ji bo vê sîstema mêtinger bêjin rawest e. Em cîhan û welateke welê ku her kes wekhev, di nava aştî û edaletê de bijî, têr be, mafê xwegihandina derziyê hebe dixwazin. Jiyaneke nû dixwazin. Ji bo vê 1’ê Gulanê û jiyanek wiha dema bilindkirina têkoşînê ye.”