KCDK-E'yê Roja Dayikan pîroz kir

KCDK-E'yê Roja Dayikan pîroz kir û got, ''Dahatu, aştî û rojên xweş di dest dayikan de ye.''

KCDK-E'yê di peyama xwe de got, ''Îro Roja Cîhanî ya Dayikan e. Roja dayikan ku di nav şer, komkujî û zextan de qêrîna wan bûye bi qasî çiyayan.

''Roja dayikan a ku destê Yadê Taybet heliyayî, hêstir di çavê Dayikên Şemiyê de nemayî. Serhildana Emîne Şenyaşar ku gotî kesek nehiştin ku Roja min a Dayikan pîroz bikin.''

KCDK'yê di peymana xwe de diyar kir ev roj roja dayikên şervanê azadiyê, roja wan dayikên ku keç û kurê wan li Rojava di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk de şehîd bûne, ya wan dayikên ku zaroyên wan ji bo ji bo azadiyê têdikoşîn hatine darvekirin, ya şervanên azadiyê ku li Garê, Zap, Metîna bi lehengî şer kirin û şehîd bûne.

Ya wan dayikên zaroyên li jêrzemîna Cizîrê hatine şewitandin, ya dayikên Helepçe ku xwe li zaroyên xwe dipêçan da ku wan bidin jiyîn, ya 34 ciwanên Roboskî ku bi fermana dîktatorê Tirk Tayyîp Erdogan hatin kuştin û ya dayikên Ugur Kaymaz, Cemîle Çagirca, Tahîr Yaramiş, Efîf Şîmşek, Berat Guzel, Bîşeng Goran, Ramazan Gumuş, Hîdayet Tek, Esra Şalk, Muslum Îlhan, Enes Erdem û bi sedan zarokên ku bi destê dewleta Tirk hatine qetilkirin

KCDK-E'yê her wiha got, ''Îro roja dayikên girtiyên siyasî ye ku li zindanên xwînî yên TC'ê ji bo cîhaneke xweş, Kurdistaneke azad têdikoşin.

Ya wan dayikên pîr ku ji bo welat, xaka xwe biparêzin li cem zaroyên xwe di mewziyan de ne.''

Di peymanê de herî dawî wiha hate gotin: ''Jinên ku dane ber komkujî, tundî, tecawiza mêran, dayik ji bo jiyaneke birûmet, ji bo cîhaneke bi mirovî serî rakirine. Dahatu, aştî û rojên xweş di destê dayikan de ye.

Roja dayikê li hemû jinên dilbikul, wêrek, temîna mirovahî, dahatuyê û aştiyê pîroz be. Bila bedena wan gul vede.''