KBDH: Niha dema şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê ye

Konseya Giştî ya KBDH’ê: Niha dema azadiyê ye. Dem dema şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê ye.

KBDH’ê derbarê grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengtiya parlementera HDP’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Leyla Guven di nav vê bêdengiyê de bû dengek. Bi vê berxwedana xwe û bi grevên birçîbûnê ya ku wê pêşengtî jê re kiriye, berxwedanek ava kiriye.

Dîrokîbûna vê berxwedanê di vir de ye. Nîşanî me daye ku îrade nayê şikandin. Bi hezaran şoreşger û welatparêz tevlî berxwedana wê bûne. Teşe û metoda berxwedanê zêde bûne û berxwedaneke kolektîf pêk tê. Dengê berxwedan, edalet û mirovayetiyê li hemû cîhanê digere û dibe newayeke ku guhê faşîzm û desthilatdariyê ker bike. Cesareta vî dengî ji têkoşîna jinan a azadiyê tê.

Ev silav ji Komuna Parîsê, ji çeperên ku faşîzm hilweşandiye, ji Zîlan û Bêrîtanan tê. Jin li derve û hundir hucreyan parçe dikin, ev silava wan e ya ku îradeya şikandina tecrîdê derdixe holê.Divê em ji vî dengî re bibin deng, ji vê berxwedanê re bibin serfirazî. Leyla Guven jî wekî bi hezaran jinan di navbera rabirdû û dahatûyê bûye pirek.

Em li ku bin em ê bi deng, hêrs, serhildan û rûmeta xwe, li kolanan bi keviran, li fabrîkeyan bi makîneyan em ê şerê azadiyê geş bikin. Niha dema azadiyê ye. Dem dema şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê ye.

Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şikandina tecrîdê û ji bo geşkirina têkoşîna azadiyê ya gelên kedkar ên Tirkiyeyê, em jinên şoreşger ên di greva birçîbûnê de silav dikin.”