KBDH: Faşîzm wê destê jinan hilweşe

KBDH'ê li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir, "Faşîzm ku desthilatdariya mêr e wê ji aliyê jinan ve bê hilweşandin û 8'ê Adarê wê bibe roja hesabpirsîna ji faşîzmê."

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand.

Di peyamê de hate ragihandin, gelên Tirkiye û Kurdistanê di nava pêvajoya guhertina mezin de ya li Rojhilata Navîn di serdemeke dîrokî ya nû de ye û hate gotin, "Bêguman di bingeha vê pêvajoya şoreşgerî de jin hene. Hêzên kapîtalîst ên navneteweyî û faşîzma dewletên herêmê ji bo mayindebûnê şer dikin. Faşîzm qirkirin, hilweşandin, mirin, şer û êşkence ye. Xwezaya jinê jî jiyana azad, afirandin, vejîn, aştî û hezkirin e. Ev şerê dîrokî di navbera faşîzm û jiyana azad de diqewime û careke din têkoşîna azadiyê ya jinê pêşengiyê dike, hêza diyarker e."

KBDH'ê diyar kir, ji serdemên destpêkê heta serdema heyî pêngavên azadiyê yên jinan mohra xwe li şoreşên dinyayê xistine û destnîşan kir, pîvana 'şoreş bê jinê nabe' di rastiya Kurdistan û Tirkiyeyê de ku li ber şoreşeke nû ya li Rojhilata Navîn e, zindî ye.

Di daxuyaniyê de bi wesîleya 8'ê Adarê şehîdên jin ên her serdemê bi rêzdarî hatin bîranîn û soz hate dayin ku wê bibin şopdarên têkoşîna wan a ku di oxirê de canê xwe feda kirine.

KBDH'ê 8'ê Adarê li jinên ku têkoşîna azadiya jinê kirine hêz, bi daxwaz û dilxwaziya têkoşînê pîroz kir û bang li jinan hemûyan kir ku li dijî serweriya mêr, dewlet, hiqûq û malbata baviksalarî bi hemû saziyên xwe têbikoşin, mejî û hestên jinê ji nû ve biafirînin.

KBDH'ê diyar kir, ku tundiya li jinê koda genetîk a desthilatdariyê ye û wiha dewam kir: "Sedema tundiya mêr a li dijî jinê çi dibe bila bibe, pêwendiya xwe bi sîstema civakî re heye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li xwe mikur hatiye ku li gorî wan çareseriya tundiya li jinê ew e ku jin serî bitewîne û bi her tiştên xwe teslîm bibe."

Berdevkiya KBDH'ê ragihand, ya ku rê li ber tundiya li jinê vedike heman desthilatdariya faşîst e û diyar kir, sîstema li derveyî exlaqê ya ku jinê sûcdar dike, deng, dîmen, hest û nêrîna jinê bi sîstemeke êrîşkar a bêrehm pêşwazî dike. Destdirêjî, destavêtin, tundî, dervehiştina hebûna jinê li qada cemaweriyê û biçûkxistina jinê amûrên polîtîk ên vê sîstema êrîşkar e. Ji ber vê yekê tevlîbûna jinan li têkoşîna azadbûnê ku bi 8'ê Adarê re bûye sembol, namûs û qanûna jinê ye. Sîstema ku bi gelek amûrên zor û tundiyê dor li jinê girtiye û dixwaze serî lê bide tewandin, hewl dide gelan û civaka bindest bi heman rêbazê bi rê ve bibe, bibe xwediyê wan. Faşîzma ku desthilatdariya mêr a giran e, wê ji aliyê jinan ve tê hilweşandin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, jin wê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bikin roja hesabpirsîna ji faşîzmê û vê têkoşîna xwe li nava salê belav bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê demê de ku faşîzm dixwaze hêviyê ji holê rake û tarîtiyê ferz bike, tevgera jinên azad ên Kurdistanê mîna gulên berberok berê xwe daye rojê. Bi wesîleya 8'ê Adarê em pêngava wan dîrokî bi coşeke mezin silav dikin. Leyla Guven ku dayik û ewladeke li berxwedana dîrokî ya gelê xwe xweş tê, bûye hevrêyek ku sekna rast a têkoşînê nîşanî jinan dide, bi biryardarî hewl dide bibe bersiv ji Rêbertî re û ji niha ve bûye mînak ji jinên şoreşger hemûyan e. Berxwedana zindanan a dîrokî ku bi pêşengiya bi sedan jinan tê meşandin, li dora dirûşma 'Em tecrîdê ji holê rakin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' bûye zincîrek ji pola. Tenêhiştina ku bi tecrîdê tê ferzkirin bi vê gava civakî re ji aliyê cewherî ve ji holê hatiye rakirin."

KBDH'ê diyar kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û ragihand, "Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê rejîmeke êşkenceyê ye ku 20 sal in li ser gelê Kurdistanê tê ferzkirin. Di şexsê rêberê gel de Kurdistan tev hatiye tecrîdkirin û di nava sîstema êşkenceyê de hatiye bicihkirin. Li dijî vê yekê gelek jinan bedena xwe dane ber êgir û guleyan."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, KBDH bi biryar e ku vê pêngava berxwedanê ya dîrokî mezin bike, heta bidawîbûna tecrîdê û hilweşandina faşîzmê têkoşîna xwe bi ser bixînin û hate gotin, "KBDH çawa ku bi têkoşîna leşkerî û polîtîk a li çiyê û bajaran bû hevrê, wê li dijî tecrîdkirina gelê Kurd jî bi jinên Kurd re têbikoşe. Ji ber vê yekê em bang li jinan hemûyan bi taybetî jî jinên Tirkiyeyî dikin ku di 8'ê Adarê de li dijî faşîzmê li her deverê çalakiyan bikin û têkoşîna şoreşger a yekbûyî ya jinan mezin bikin."